03:01 22 Hezîran 2018
Tahir Elçî

Tahir Elçi: Selamet Yeşilmen bi fîşengeke balîstîk hatiye kuştin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî diyar kir ku dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen (44) a li Nisêbînê li ber derê mala xwe hat kuştin, bi guleyên ku ji guleyên din bileztir diçe û di laş de diteqe hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan — Der barê kuştina Selamet Yeşilmen de, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî agahiyên nû û balkêş parve kir. Elçi eşkere kir ku Yeşilmen ne bi parçeyên şarapnelê, bi guleyên taybet ji aliyê polîsên taybet ve hatiye qetilkirin.

Elçi, rapora otopsiyê ji rojnameya Cumhuriyetê re nirxand û got Yeşilmen bi cureyekî guleyan ê ji guleyên normal bileztir diçe û dema li laş dikeve di laş de parçe dibe hatiye qetilkirin.

Di raporta otopsiya Yeşilmen a ku bi lez û bez hatibû amadekirin de, sedema mirina wê wekî şkestina hestûyan û birîndarbûna endamên hundirîn hatibû diyarkirin; lêbelê di raporta otopsiyê de derbarê çeka ku bûye sedema mirina Yeşilmen tu dane yan jî agehî cih negirtibûn û 6 parçe hesinên ji laşê wê hatin derxistin jî ji bo lêkolîna balîstîk ji Saziya Bijîjkiya Edlî re hatibûn şandin.

 

Bi heman mijarî:

Li Erebîstana Siûdî şer: 2 polês hatin kuştin
Heşda Şeibî çawa hate Kurdistanê û budçeya wê çiqas e?
Medvedev: Dibêjin cîhan bibe dojeh jî em bi Rûsyayê re naxebitin
Pûtîn ji bo tekoşîna li dijî terorîzmê gavên nû diavêje
Etîketan:
otopsî, kuştin, Saziya Bijîjkiya Edlî, Rojnameya Cumhuriyetê, Baroya Amedê, Selamet Yeşilmen, Tahir Elçî, Tirkiya, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de