03:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    Faysal Sariyildiz

    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Em ditirsin ev pevçûn bibe sedema şerê navxweyî

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Parlamenterê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyarkir ku, sedema destpêka şer ji bo ku hikumet di hilbijartinên 7ê Hezîranê de têk çû.

    Navenda Nûçeyan - Sariyildiz rewşa dawî ya herêmê û Tirkiyeyê ji nûçegihanê Spûtnîkê re nirxand û got, li Tirkiyeyê pevçûn û kuştin polîtikayeke dewletê ye û em ditirsin ev pevçûn bibe sedema destpêka şerê navxweyî.

    Faysal Sariyildiz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got, pêvajoya çareseriyê her çikas naveroka wê valabû jî bi hindikayî însan ne dihatin kuştin. Kengî HDPê di hilbijartina 7ê Hezîranê de ji sedî 13 deng hilgirtin pevçûn û kuştina însanan destpê kir. Bûyera Pirsûsê û kuştina herdu polêsên Serêkaniyê bû sedema destpêka şer.

    Pevçûn politikaya dewletê ye

    Sariyildiz destnîşan kir ku, pevçûn politikaya dewletê ye. Dewletê bixwesta pevçûn nedibû û însan nedihatin kuştin. Sedema sereke ya pevçûnan hilbijartin bû. Piştî ku hikumeta AKPê ji desthilatiyê ket sedî sed siyaseta xwe guherand û politikaya şer meşand. Êrişa Enqereyê bû kutahiya vî şerî.

    Ji bo metirsiyan me xebata hilbijartinê ne meşand

    Faysal Sariyildiz di dirêjiya axaftina xwe de got, Tirkiye di rewşeke metirsîdar de çû hilbijartina. HDPê bi tirsa ku dîsa dê bombe biteqin xebatên xwe yên hilbijartinê nekir.

    Em ji derketina şerê navxweyî ditirsin

    Sariyildiz di dawiya axaftina xwe de rewşa pevçûnan her diçe xetertir dibe û got, wiha xuyadike ku pêvajo dê xerabtir bibe. Lewma dewlet dixwaze bi zilm û zoriyê xwestekê wan têk bibe. Ev siyaset siyaseta bi dest xistina îradeya însanan e. Dewlet niha vê dike. Hikumet bi sedî 49ê xwe winda kir. Ev rewşeke gelekî xeternake û dê welat bibe felaketeke mezin. Tirsa me jî ev e ku ev şer li temamê Tirkiyeyê belav bibe û bibe destpêka şerê navxweyî û mirinan.

    Bi heman mijarî:

    Nesredîn Seîd: 'Bêdengiya PKKê cihê mixabiniyê ye'
    Pêşmergeyek mayinan bi Qenasê diteqîne
    Operayona rizgarkirina Rûmadî dest pê kir
    Pûtîn plana nû ya parastinê erê kir
    YPG û QSDê li Holê 493 milîtanên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    HDP, Faysal Sariyildiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de