21:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Barak Obama

    Pûtîn: G-20 fînansoriya DAIŞê dike

    © REUTERS/ Kayhan Öze
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku, DAIŞ ji 40 welatî bêtir alîkariyê distîne û di nava van de endamên G-20ê jî hene.

    Navenda Nûçeyan — Pûtîn di rûniştina asêkirina Zîrweya G-20ê de axivî û got, DAIŞ ji dewletên derve alîkariya aborî distîne.

    DAIŞ ji 40 welatî piştgiriya aborî distîne

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, DAIŞ ji 40 welatî bêtir piştgiriya aborî distîne û di nava van welatan de endamên G-20ê jî hene. Min wêneyên ku ji heyvê hatine kişandin yên DAIŞê ku bazirganiya petrole dike û min şanî hevkarên xwe da. Di wêneyan de jî tê dîtin dirêjahiya konvoya tankên petrole yên DAIŞê dighîje 10 kîlometroyan.

    Amerîka qebûl nekir lê em amade ne

    Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got, berê jî me çend caran li hemberî DAIŞê banga yekîtiyê kir û lê Amerikayê bersivek neyînî da banga me, ji bo hevkariyê hê jî deriyê me vekirîne. Jiyan zû tê guherandin û şîretên baş li me dike. Li, gorî min divê herkes bizanibe ku tenê bi hevkariyê em dikarin li dijî terorîzmê tekoşînê bidin. Me tucarî ji bo vê hevkariyê deriyên xwe asê nekirin.

    Bi heman mijarî:

    Yekîneyên Ferat Cerablusê derbasî aliyê QSDê bû
    Ji Şaredariya Beşiktaşê gaveke biratiyê
    Sinirlioglu: Esad di hikumeta nû de hew dibe namzet
    Barzanî: Xûrmatu kontrol bikin
    REN: Bila êrişên Frensayê nebe sedema neyartiya koçberan
    Etîketan:
    DAIŞ, Vladimir Pûtîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de