21:41 24 Mijdar 2017
Zindî
    Rêdûr Xelîl

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê duhî li sînorê Kobanê sivîlek kuşt

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29910

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê duhî li sînorê Kobanê sivîlek kuşt

    Navenda Nûçeyan — Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa tirk, DAIŞ û El Nusra daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG'ê destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk yên li ser sînor didomin û li rojavayê Kobanê sivîlek ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye kuştin.

    YPG derbarê êrîşên artêşa tirk yên li hemberî herêma Kobanî daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG'ê ragihand ku, arteşa tirk li nêzîkî gundê Siftek a dikeve ser xeta sînorê rojavayê Kobanê êrîşek lidar xistiye û di encama êrîşê hemwelatiyên sivîl hat kuştin.

    YPG'ê her wiha da zanîn ku, di 15'ê Mijdarê de di saetên êvarê de, arteşa tirk piştî hemû ronahiyên li ser xeta sînorê Girê Spî tefandiye, li dijî noqteya Zeytûnan bi çekên A4 êrîşek lidar xistiye.

    YPG'ê, derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusrayê yên Helep, Qereqozax, Sirîn, Şêxlera Jorîn, Girê Sor û gelek bajarokên din de jî agahî dan û diyar kir ku li hemberî êrîşên çeteyan bersiva tund û pêwîst hatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Polêsên Belçîkayê serokê êrişkarên Parîsê girt
    FARQÎN - Bîlançoya 12 rojên agirîn: 8 jiyanên windakirî û 500 malên wêrane
    Li Keskê 25 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Hejmara kuştiyên Farqînê derket 8an
    Amerîkayê digel Tirkiyeyê dîsa cebilxane da wan
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de