16:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şerê Pêşmerge bi DAÎŞê re

    Milîsên Şîe êrişî pêşmerge kirin: Dûzxumatû di kontrola milîsan de ye

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    1250821

    Aloziyên navbera hêzên pêşmerge û milîsên şîe yên girêdayî Heşda Şeibî li navçeya Dûzxurmatu berdewam in û milîsên Heşda Şeibî beşek ji bajarê Dûzxurmatu kontrol kirin.

    Dûzxurmatû - Li gorî nûçeya Rûdawê, li navçeya Dûzxurmatu aloziyên di navbera hêzên pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî zêdetir bûye û di navbera her du aliyan de pevçûn derketiye.

    Hat ragihandin ku pevçûn gelek dijwartir bûne û di encamê de beşek ji navenda bajarê ketiye bin kontrola milîsên Şîe.

    Navçeya Dûzxurmatu girêdayî eyaleta Selahedîn a Îraqê ye piraniya welatiyên wir  kurd in û kêmîneyên tirkman û ereb jî têde dijîn.

    Etîketan:
    Pêşmerge, Dûzxurmatû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de