09:04 28 Gulan 2018
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

Demîrtaş bangî Davutoglu kir: Were em bihev re herin Farqînê

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Serokwekîla Koma HDPê Pervîn Buldan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 555emîn û li vir li hemberî êrîşên li Farqînê nerazîbûn nîşan da, bang li Serokwezîr Davutoglu kir û banga bihevre çûyîna Farqînê kir.

Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand ser qatlîama Parîsê û got, ‘divê dewletên ku alîkarî dan DAIŞê gerek berpirsyariya xwe bizanibin. Mirovên bindest mecbûr dimînin fatureyê bidin. Li Tirkiyeyê jî me fature da. Yên ku DAIŞ nepixandin îro li pişt qatlîamê rondikan dibarînin. Em êşa Fransayê parve dikin lê li dijî DAIŞ'ê jî banga têkoşîna hevpar dikin.'

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, ‘ev 12 roj in li Farqîn û niha jî li Nisêbînê bêhiqûqî qedexeya derketina ji malan nîşan dide ku feraseta DAIŞê di îxtidarê de ye.

Demîrtaş li dijî êrîşa ku li hemberî Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî şermezar kir û got ku yê fermana êrîşî daya Serowezîr Ahmet Davutoglu ye.

Bi heman mijarî:

Qedexeya li ser Farqînê rabû
Lavrov: Di mijara tekoşîna dijî terorê de ez li benda pêşveçûna me
Asayîşa Kurdistanê li Hewlêrê pêşiya çend teqînan girt
DBP sibê li Amedê ji bo Farqînê dimeşe
Rûsya: Divê pêşgiriya ewlehî ya balafirxanan û baregehên atomî were girtin
Etîketan:
Dayîkên Şemiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahatîn Demîrtaş, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de