18:34 27 Gulan 2018
Farqîn

Qedexeya li ser Farqînê rabû

© Flickr / imc
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Qedexeya derketina ji malan ya 12 roj in li ser Farqînê hat rakirin.

Navenda Nûçeyan - Qedexeya derketina ji malan ya 12 roj in li ser Farqînê hat rakirin. Piştî rakirina qedexeyê welatî herîkin kolanan û ligel êrişa polêsan a bi bombeyên gazê serkeftina xwe pîroz kirin. Gelê Farqînê tankên leşkerî yên vedigeriyan cihê xwe protesto kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina ji malan 12 rojan berdewam kir. Qeymeqamtiya navçeyê ragihand ku seat di 14.00'an de dawî li qedexeyê anîne. Bi rakirina qedexeyê welatî herikîn kolanan û ligel êrişa polêsan ya bi bombeyên gazê serkeftina xwe pîroz kirin.

Polêsan li ser rêya Gaziyê pêşiya bi sedan welatiyên di nava wan de paramenterên HDPê jî hebûn girtin û bi bombeyên gazê êrîş kirin. Gelê Farqînê ji bo derbasbûna tankan protesto bike, herikî ser kolana Diyarbakirê.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Di mijara tekoşîna dijî terorê de ez li benda pêşveçûna me
Asayîşa Kurdistanê li Hewlêrê pêşiya çend teqînan girt
DBP sibê li Amedê ji bo Farqînê dimeşe
Rûsya: Divê pêşgiriya ewlehî ya balafirxanan û baregehên atomî were girtin
Serokên cihanê ji bo Zîrweya G-20ê ya Tirkiyeyê dest bi hatinê kirin
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, Farqîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de