06:22 20 Çile 2018
Zindî
    Xwepêşandan û polês

    TAYBET - Siyasetmedaran li Farqînê çi gotin?

    © Foto: Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Qedexeya derketina derve ya ku li sê taxên Farqînê dewam dike îro di roja 10an de bû.

    Ömer Faruk Baran

    Amed — Serok û rêvebirên CHP, HDP û KCDyê ji bo hevdîtinan pêk bînin li Farqînê bûn. Serok û rêvebir li Farqînê ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

    Hevserokê KCDyê Hatip Dicle: Eger dewlet wek hêzeke dagirker wisa tevbigere û dewam bike wê li vir meşrûiyeta xwe bi temamî wenda bike. Em li bang dewletê dikin ku sînorên meşrûîyetê derbas neke û dîsa em li bang dewletê dikin ku bila kêlîyekê zûtir tecrîda li ser Ocalan rakin û prosesa aştiyê û diyaloga dîsa bidin dest pê kirin. Li Farqînê 10 roj in gel li ber xwe dide, bi kuştinê kurd naqedin, bila êdî vî tiştî fehm bikin.

    Sewqiyata leşkerî - leşker - cizîr
    © AFP 2018/ MEHDI FEDOUACH
    Parlementerê HDPê yê Îzmîrê Ertuğrul Kürkçü: Hovitiya ku deh roj in li Farqînê pêk ji hovitiya demên berên pir pir girantir e. Ji rewşa awarte û ji diktatoryaya leşkerî xerabtir e rewş. Yên ku ji bo Filîstînê digirîn qira zarokên xwe tînin. Em li gel gel in û li gel berxwedana wan in.

    Hevseroka HDPê Figen Yüksekdağ: Eger em Farqînê tenê bihêlin wê desthilatdariya Erdoğan hemû bajarên Tirkiyeyê bike Farqîn. Em ê li Farqînê xwedî derkevin. Di 10 rojan de 7 sîvil kuştin, ji vê saetê pê ve em ê nehelin ku tek şexsekî jî bikujin. Berdela vê çi dibe bila bibe em ê bidin. Bes em mirin û kuştinê ne, em jiyanê dixwazin. Banga me li hemû gelên Tirkiyeyê ye, bil ali Farqînê xwedî derkevin.

    Heyeta CHPê ya rêveberiya Amedê: PKK bêyî ku bêje erê û na divê hêzên xwe ji nava bajêr vekşîne. Dewlet jî divê tanq û topan ji taxan derbixîne. Jiyana însanên sîvîl di xeterê de ye. Banga me ji bo herdu alîyan e. Yên ku ji malên xwe derketine koçber bûne û mihtac in. Gelên Tirkiyeyê divê ji bo gele Farqînê alîkariyan bişînin.

    Rêveberiya Baroyên Bajarên Kurdan: Li Farqînê zilmek heye niha. Dilê meriv bi vê derê dişewite. Ma li Stenbol ji bo girtina kesên îllegal qedexeya derketina derve tê îlan kirin? Na! Li vir çima tê îlan kirin? Rê û rêbazên cuda û newekhev di hiqûqê de nayên qebûl kirin. Em dê li vir şopdarên binpêkirina mafên mirovan bin. 

    Bi heman mijarî:

    Îdrîs Baluken: ‘Dewlet li Farqînê bi muhîmatê kimyawî êriş dike'
    HPG: ‘Li Farqînê 10 tîmên taybet hatin kuştin'
    Li Farqînê ciwanekî din hat kuştin
    Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
    Li Farqîna Amedê jinek bi guleyan birîndar bû
    Li Farqînê ciwanekî din jî hat kuştin
    Li Farqînê ciwanekî din hat kuştin
    Etîketan:
    KCD, CHP, HDP, Figen Yüksekdağ, Ertuğrul Kürkçü, hatip dicle, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de