05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    KCD

    Irmak: ‘Ev agir wê we bişewitîne'

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hevseroka KCDê Irmak û Parlamenterê HDPê Zeydan giliyê Waliyê Colemêrgê, Midûrê Emniyetê û polêsan kirin.

    Colemêrg - Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER), duh bi armanca şermerzarkirina êriş û kuştinên li Farqînê meşek lidar xistin, lê belê polêsan êrişî çalakiyê kirin. Di vê êrîşê de Hevseroka KCDê Selma Irmak û Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan birîndar bibûn.

    Îro bi armanca şermezarkirina vê êrîşê, tevî Selma Irmak û Nîhat Akdogan bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê civiyan û vê êrişê şermezar kirin.

    Irmak got: ‘Rayedar diyar dikin ku wê sê taxên li wê derê ji nexşeyê bibin. Dema em ser û bin bikin, hingî wê pirsgirêk çareser bibe. Belê heta roja îro we pirsgirêk her tim bi vî rengî çareser kirin. Dihat gotin, 'em binpê bikin, biperçiqînin, qir bikin, bikujin, tine bikin, bila pirsgirêk çareser bibe'. Lê belê pirsgirêk bi vî rengî çareser nebû, wê çareser jî nebe.'

    Irmak ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kir ku, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, muzakere ji nû ve werin destpêkirin, siyaseta demokratîk esas were girtin û got: ‘Hûn nikarîbûn bikevin nava Cizîrê, hûn nikarin bikevin nava Farqînê. Sibe dusib dibe ku Kurdistan hemû û Tirkiye bibe Farqîn û Cizîr. Hûn vê yekê bi xwe diafirînin. Bi sebra vî gelî nelîzin. Ji bo teqîna hêrsa gel zemînê neafirînin. Hêrsa vî gelî gelekî tund û tûj e. Berdêla xwe giran jî be, em ê dest ji berxwedanê bernedin.'

    Bi heman mijarî:

    Irmak: ‘Feraseta Rûsyayê ji ya Amerikayê zelaltir e'
    KCD: ‘Kongreya PYD'ê kongreya neteweyî ye'
    Heyeta ku ji KCD, HDP û DBPê pêk tê li Moskovayê hevdîtinan didomîne
    Etîketan:
    KCD, HDP, Abdullah Zeydan, Selma Irmak, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de