06:20 24 Çile 2018
Zindî
    Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin

    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 11 kes hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tîmên şaxa dijterorê ya miduriyeta Stenbolê li gelek navçeyên Stenbolê li hemberî rêxistina DAIŞê operasyon da destpêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Tîmên şaxa dijterorê ya miduriyeta Stenbolê bi piştgiriya helîkopterê li navçeyên Bagcilar, Umraniye, Esenler, Silivri û Bahçelievlera Stenbolê li hemberî rêxistina DAIŞê operasyon da destpêkirin.

    Di çarçoveya operasyonê de 7 jê biyanî 11 kesê ku amadehiyên xwe dikirin ji bo tevlî DAIŞê bibin hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku operasyon hê jî berdewam e û dibe hejmara girtiyan zêdetir bibe.

    Polêsan li malên şikberan gerîn kirin û di encama gerînê de gelek materyal û dokumanên rêxistinî jî bi dest xistine.

    Bi heman mijarî:

    El Heşd El Şebî û pêşmergeyan şer kirin: 5 kuştî
    Demîrtaş li ser operasyona Şingalê axivî
    Li bajarê kurdan dawî li kuştinan nayê
    ŞENGAL - Barzanî operasyonê dimeşîne (gav bi gav tên nûkirin)
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de