21:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sewqiyata leşkerî - leşker - cizîr

    Li bajarê kurdan dawî li kuştinan nayê

    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1162 0 0

    Li Colemêrgê teqîn

    20:15 —Hat ragihandin ku li Colemêrgê teqînek mezin pêk hat û piştî teqînê li herêmê dengê çekan tê.
    Li navenda Colemêrgê nêzî Qişlaya Şehit Jandarma Astsubay Ustçavuş Fatih Bulbul a taxa Yenî teqînek mezin pêk hat.

    Hat ragihandin ku piştî teqînê gelek maşîneyên zirxî çûn herêmê. Li herêmê dengê çekan tê.

    Dîhayê ragihand ku maşîneyên zirxî taxên Yenî û Bulakê dorpêç kirine her wiha li dora avahiya MİTê maşîneyên zirxî jî hatin zêdekirin.

    18:05 — Bi hezeran welatiyên Şirnexê ji bo êriş û kuştinên li Farqînê şermezar bikin meşiyan

    Li vir Parlamenterê HDPê Ferhat Encu axivî û got: ‘Hêzên dewletê bi van êrişan dixwaze rêveberiyên cewherî ku gelê kurd bi îradeya xwe îlan kiriye pûç bike. Bila bizanibin ku îradeya gelê kurd wê nikaribin tu caran bişkênin.'

    18:10 — Li  Bedlîsê li dijî êrişên Farqînê meş hat lidarxistin.

    Gelek kes li ber avahiya Navenda Piştevaniya Civakî ya li taxa Kurubulakê hatin cem hev.

    Girseya ku Parlamenterê HDPê Celadet Gaydali, hevserokên HDPê û DBPê jî  tê de nin daxuyaniyî dan çapemeniyê û êrişên li Farqînê pêk tên şermezar kirin.

    18:00 — Li Osmaniyeyê 4 wesayîtên HDPiyan ji hêla kes an jî kesên nasnameyên wan nayê zanîn ve hatin şewitandin.

    Hat ragihandin ku her çar wesayît bi temamî şewitîne.

    Li Osmaniyeyê 4 wesayîtên kurdan hatin şewitandin
    Li Osmaniyeyê 4 wesayîtên kurdan hatin şewitandin

    16:50 — Tê gotin ku li navçeya Farqînê  heta niha zêdetirî 10 hezar kesan ji ber êrişên dewletê koçber bûne.
    Serokê Kooperatîfa Kefîlyê û Krediya Pîşekar û Esnafan Muhittin ragihand ku li navçeya Farqînê  heta niha zêdetirî 10 hezar kesan ji ber êriş û kuştinên dewletê ji ber koçber bûne.

    Tê zanîn ku li Farqînê zweseriya cewherî hat îlan kirin û piştre jî şer û pevçûn rû dan. Ev 10 roj in li Farqînê derketina derve hatiye qedexekirin û di nav vê 10 rojjê de 7 welatî ji hêla polês û tîmên taybet ve hatin kuştin.

    Hat zanîn ku heta vê demê ji ber êrişên dewletê û şerên navbera hêzên ewlehiyê û YDGyê de bi hezaran welatî koçber bûne.

    16:32 — Altan Tan ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku ew niha di bin êrişên bombeyên gazê û ava şîd de ne.

    Altan Tan diyar kir ku her deverê navçeya Farqînê weke pêta agir e û polêsan bi bombeyên gazê û ava şîd êrişê wan dikin.

    Tan bertek nîşanî êrişan da û got: ‘Demokrasiya Tirkiyeyê ya sedsala 21. wiha ye'

    16:25 — Polêsan Hevseroka Giştî yê  HDPê Fîgen Yuksekdag hedef girtin û bombeya ku avêtên li serê wê ket

    Hevseroka Giştî yê  HDPê Fîgen Yuksekdag û gelek Parlementerên HDPê ji bo şikandina dorpêçê ya li ser taxên Farqînê xwestin beşdarê meşa ku tê lidarxistin bibin.

    Hat ragihandin ku polêsan êrişî çalakiyê kirine û parlementerên HDPê jî hedef girtine. Di wêneyan de jî xûyaye ku bombeya gazê li serê Hevseroka Giştî yê  HDPê Fîgen Yuksekdag ketiye û di encamê de Yuksekdag birîndar bûye.

    16:00 — Xwişka Yakup Sinbag bi bombeya gazê birîndar bû

    Nûçegîhanê Sputnik Kurdistanê ragihand ku bombeya gazê li piyê xwişka Yakup Sinbag ketiye.

    Sumeyya Sinbag ji piyê xwe birîndar bû û wê rakirin nexweşxaneyê.

    15:20 — Dîhayê ragihand ku polêsan li Cizîrê bi ser gel de gule û bombe barandine û di encamê de kalê 78 salî yê bi navê Mehmet Dal birîndar kirine.

    Ki gorî agahiyan hat gotin ku Dal bi perçeyên şaraplenê bi giranî birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.

    14:50 — Gelê Amedê ji bo dorpêça ev 10 roj in li ser Farqînê tê meşandin û heta niha 7 welatî lê hatine kuştin bişkînin ber bi Parka Koşuyoluê dest bi meşê kirin.
    Bi hezaran amedî ji bo dorpêça li ser Farqînê bişkînin li ber avahiyên DBPê yên Peyas, Yenîşehîr û Rezanê kom bûn.

    Hat ragihandin ku welatiyan ber bi avahiya DBPê ya Amedê ve dimeşin.

    14:20 — Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok qedexeya derketina derve a 10 rojan ku li Farqînê berdewam dike nirxand.

    Gok ji hikumetê pirskir û got: ‘Gelo hûn li Farqînê OHALê dimeşînin? Ji ber ku biryarek bi vî rengî nehatiye wergirtin, bingeha hiqûqî ya vê biryarê çi ye?'

    Gok diyar kir ku, Qeymeqamê Farqînê bang li gel dike ku malên xwe vala bikin û got ‘Di demokrasiyê de, hiqûqê de qedexeya derketina derve ya 10 rojan nayê qebûl kirin.'

    14:00 — Nûçegîhanê Sputnik Kurdistanê ragihand ku helîkopteran ser navçeyê bi perwazeke nizim diçin û tên.

    Her wiha artêşa tirk topan diavêje taxan û êriş berdewam dike.

    13:50 —Polêsan êrşî Parlementerên HDPê kirin

    Nûçegihanê Sputnik Kurdistanê ragihand ku li ser vê yekê navbera gel û polêsan de pevçûn derketiye û polêsan bi ava şîd û bombeyên gazê êrişî gel û parlementerên HDPê kirine.

    Polêsan êrişî Parlementerên HDPê kir
    © Foto: facebook
    Polêsan êrişî Parlementerên HDPê kir

    10:30 — Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina ji malan kete roja 10an û di êrîşan de ciwanekî din jî hate kuştin. Tank û leşkerên ku sewqî navçeyê hatin kirin ve êrîşên li dijî gel zêdetir bûn û duh êverê li taxa Mescîtê ciwanê bi navê Suleyman Guleç hate kuştin.

    Cenazeyê Guleç ji taxê hate wergirtin û ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

    Bi kuştina Suleyman Guleç ve li Farqînê hejmara welatiyên ku hatin qetilkirin derket 7an.

    Bi heman mijarî:

    ŞENGAL - Barzanî operasyonê dimeşîne (gav bi gav tên nûkirin)
    15 dadwerên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên şer DAIŞê li Şingalê bombebaran dikin
    TAYBET - Hatîp Dicle: ‘Dewlet li hemberî hemû kurdan dişminatîyê dike'
    Pêşmerge: PKK ji bo Operasyona Şingalê derewan dike
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Suleyman Guleç, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de