02:17 18 Tebax 2017
Zindî
    Moşekên S-300

    Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye

    © Sputnik/ Igor Russak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2101

    Enqere, ji bo firotina moşekên S-300 yên rûsî ku dane Îranê nerazîbûna xwe nîşan da.

    Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Alî Şahîn derbarê firotina moşekên S-300 yên ku Rûsyayê firotin Îranê daxuyanî da Spûtnîkê û got, Îran bi kerîna vê sîstema moşekan ewlehiya herêmê tehdîd û tansiyonê zêde dike.

    Alî Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de got, herêma Rojhilata Navîn çikas bi çek bibe hewkasî risk, şer û tansiyon dê zêde bibe. Kerîna çekan bandoreke erênî li aşti û aramiya herêmê nake û dê vê gengeşiyê li parzemînên din jî belav bike.

    Şahîn di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku, dewleta Tirkiyeyê ji bo tehdîdên Hewa, derya û bejayê, û ji bo metirsiyên derveyê herêmê jî xwediyê sîstemeke parastinê ye û bi hêz e. Di vê babetê de ez bawer nakim mijara firotina moşekên S-300 tehdîdekê çêbike. Metirsiya min ji bo şer û aloziya herêmê ye. Li herêmê zêdebûna çek dibe sedema metirsiyê û ev jî xizmetê ji aramî, îstîqrar û ewlehiyê re nake.

    Şahîn di dawiya axaftina xwede got, Tirkiye ne tenê xwediyê sîstema parastina xwe ye, Tirkiye endamê NATOye û xwediyê sîstema parastinê ya NATOyê ye jî. NATO xwediyê çi be Tirkiye jî xwediyê wê ye. Êrişeke ser Tirkiyeyê wekî êrişa ser NATOyê dê were hesibandin. Ji bo vê dana moşekên S-300 di parastina hewayî ya Tirkiyeyê de zêde valahiyekê çênake.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'
    Bi saya operasyonên Rûsyayê milyonek sûriyeyî vegeriyan malên xwe
    RÛMADÎ - Şerê DAIŞê û hêzên Iraqê dest pê kir!
    Dadgeh: Bila îfadeya Fîdan û Erdogan bê standin
    DAIŞê ji bo jinan fetwayekê nû derxist
    Etîketan:
    Rûsya, Îran, Alî Şahîn, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de