14:41 23 Tebax 2017
Zindî
    Çekdarên DAIŞê

    RÛMADÎ - Şerê DAIŞê û hêzên Iraqê dest pê kir!

    © Foto: © AFP 2015
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Şerêkî giran di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê de li bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê diqewim in.

    Rûmadî — Fermandarekî pilebilind ê Iraqê ji parêzgeha Enbarê got: "Di şer û pevçûnên giran ên ku niha li derdora bajarê Mûsilê de diqewimin, gelek ziyanên DAIŞê derketine."

    Li gorî wê fermandarî, aliyên beşdar di operasyonê de, hêzên Artêşa Iraqê û hêzên polîs û Hêza Hedul Enbar, ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ne.

    Wî fermandarî pêşbînî kir ku şer û girtina bajarê Rûmadî çend hefteyan dirêj bike, ew jî ji ber rewşa keşûhewayê. Lê niha hêzên ewlehiyê ji aliyê rojava û bakurê bajêr de pêşde diçin.

    Wezareta Parastinê yê Iraqê di 13ê Tîrmeha îsal de ragihand, ku bi beşdariya zêdetirî 10 hezar çekdaran operasyona rizgarkirina bajarê Rumadî û parêzgeha Enbarê dest pê kir.

    Ev zêdetirî 2 mehan e ku operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê dest pê kiriye, lê belê heya niha hêzên iraqî nekarîne bajarê Rumadî, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbarê kontrol bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin
    DAIŞê 7 kurd îdam kir
    Li hemberê DAIŞê 4800 leşker
    ROJAVA - Şerê YPGê û DAIŞê gurr bû: 4 YPGyiyan jiyanên xwe ji dest dan!
    Emîrê DAIŞê yê kurd hat kuştin
    ‘Li Tikrîtê 8 girtî ji destê DAIŞê reviyan'
    Etîketan:
    hêzên Iraqê, DAIŞ, Iraq, Rûmadî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de