20:34 16 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê ji bo jinan fetwayekê nû derxist

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 125 0 0

    Rêxistina DAIŞê li cihên di bin desthilatdariya xwe de biryarek din derbarê jinan de derxist. DIAŞê biryar da, ku xalên kontrolê yên taybet bi jinan dayne û bêtir wan kesan kontrol bike ku bi kinc û ebayên jinan hatinûçûnê dikin.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrat a Kurdistanê yê li Mûsilê Ismet Receb di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: 'Ew çend roj in ku çekdarên DAIŞê li ser cadeyên sereke yên bajarê Mûsilê çend xalên kontrolê danîne û her kîjan jin derbas dibe, ji aliyê çekdarên jin ên girêdayî DAIŞê ve tên kontrol bikin.'

    Ismet Receb got: 'Çekdarên DAIŞê guman dikin ku zilam kincên jinan li xwe dikin da ku bikarin hatinûçûnê bikin, çunku ji piraniya zilaman hatiye xwestin ku têkiliyê bi yekîneyên çekdar ên DAIŞê re daynin.'

    Receb diyar kir ku ev biryara DAIŞê ji bo wê yekê ye ku ew dixwazin dilniya bin bê ka ewên ku di nav cade û kolanên Mûsilê de bi kincên jinan hatinûçûnê dikin, jin in ne ku zilam.

    Çekdarên DAIŞê piştî şkestinên li dû hev û pêşketina hêzên pêşmerge, li nav sînorê di bin desthilatdariya xwe de ditirsin û heke keç û jin bi kincên taybet an jî ser û çavên wan girêdayî derkevin, ew guman dikin ku sîxur derbasî nav Mûsilê û cihên di bin desthilatdariya wan bibin.

    Rêxistina DAIŞê 10ê Hezîran a 2014an di êrişeke berfireh de bajarê Mûsilê kontrol kir.

    Piştî kontrolkirina Mûsilê, DAIŞê biryar da ku wek cihên din jinên mûsilî bi kincên taybet ji malê derkevin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî gundekî Girê Spî kir: 4 gundî hatin kuştin
    Rûsya hejmara endamên DAIŞê eşkere kir
    DAIŞê serê 7 kesan jê kir
    Çeçeniyê ku li Stenbolê hat kuştin, zavayê emîrê DAIŞê derket
    Li Mexmûrê DAIŞ bi baranê hat û bi lehiya Pêşmerge têk çû
    Artêşa Sûriyeyê 58 milîtanên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    jin, DAIŞ, Ismet receb, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de