20:24 17 Tebax 2017
Zindî
    HDP xwepêşandana Stenbolê, Şemî, Gulan 30, 2015

    HDP: 'Rojavayê Tirkiyayê çima wisa bêdeng e? Ev ne elameta xêrê ye'

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7510

    Civata Rêvebiriya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser bûyerên Farqîna Amedê.

    Navenda Nûçeyan — HDPê derbarê bûyerên Farqînê de daxuyand ku ev şer û êriş ne lîstik in û divê demildest çareseriyek jê re bê dîtin.

    'Agehiya bajêr a bi cîhanê re hatiye qutkirin'

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku bajarê Farqînê bi qasî du mehan e dorpêçkirî ye û di bin êrişan de dinale.

    HDPê diyar kir ku qedexeya li ser derketina derveyî malan ketiye roja nehan û derheqa kuştî û birîndaran de agehiyên rasteqîn nayên bidestxistin.

    Li gorî daxuyaniyê li bajêr 6 caran derketina derveyî malan hatiye qedexekirin; bajar ji nan, av, ceryan, înternet û ragihandinê hatiye mehrûmkirin. Helîkopter û nagînên hewayî yên bêmirov li esmanê bajêr digerin; li erdê jî tîmên taybet û leşker bi tank û wesayîtên zirxdar operasyonan li dar dixin. Herwiha tankên li jora bajêr taxan topbaran dikin.    

    'Mafên bingehîn ên mirovan tên îxlalkirin; rojavayê Tirkiyayê çima wisa bêdeng e?'

    Daxuyaniyê ev operasyonên li ser navê ewlehiyê wekî çewisandin û radestgirtina gel bi nav kir û got ku ev pêkanîn mafên bingehîn ên mirovan îxlal dikin.

    Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya gelên li rojavayê Tirkiyayê hate rexnekirin û ev bêtevgerî û bêbertekiya wan wekî nîşaneya rewşeke bêxêr hate binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Edeneyê teqîn: 7 birîndar
    Qralê Urdunê: Rûsya li Sûriyeyê kilîda aştiyê ye
    Amerîka: ‘Piştgiriya meya YPGê berdewam e
    HESEKÊ - YPG û QSDê 60 gund rizgarkirin
    Xwarziyê Ocalan li Viyanayê mirî hat dîtin
    TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    Etîketan:
    operasyon, êriş, Farqîn, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de