07:27 21 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD - HSDê

    HESEKÊ - YPG û QSDê 60 gund rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bakurê rojhilatê Hesekê pêşde diçin.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bakurê rojhilatê Hesekê pêşde diçin.

    Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bakurê rojhilatê Hesekê pêşde diçin. û di nava 3 rojên dawî de 60 gund û bi dehan mezra ji DAIŞê standine.

    QSD di daxuyaniyekê de dibêje, ‘hêzên me pêşde diçin û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li cih û navendên DAIŞê didin. Balafiran îro danê sibehê li derdora Gola Xatûniye ya bakurê rojhilatê Hesekê 4 caran li DAIŞê dan û 8 çekdarên wan kuştin. Her wiha li gundê Xidir Hayis li eniya Hesekê jî balafiran li cihên DAIŞê dan û 6 çekdarên wan kuştin. Li wê eniyê îro şer û pevçûn di navbera hêzê me û DAIŞê de derket û 2 şervanên me şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn."

    Beşar Esad
    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Hêzên QSDê yên ber bi bajaroka Holê ve pêş dikevin, derbeyên giran li DAIŞê dixin. Di pevçûnên ji duh piştî nîvro heta îro serê sibehê de 22 çekdar hatine kuştin. Hêzên Sûriyaya Demokratîk di 3 rojên dawî de çekdarên DAIŞê ji herêmeke 160 km2 derxistin û 60 gund û bi dehan mezra kontrol kirin.

    Li derdora Hesekê, bajarokên Holê, Şedadê û Mergeda heta niha jî di destê DAIŞê de ne û ev hêz dixwaze di van operasyonan de ji wan bistînin.

    QSD 12ê Cotmehê hat avakirin û ji YPG û YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Volkana El-Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û ji hinek komên din yên leşkerî pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Piştgiriya meya YPGê berdewam e
    Xwarziyê Ocalan li Viyanayê mirî hat dîtin
    TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    Wezareta Pêşmerge: ‘Plana rizgarkirinê berkemal e'
    Etîketan:
    QSD, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de