11:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Rojava

    TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li gorî nûçeya anfnews.comê ya ku zanyariyên xwe spartine hevpeyvîneke bi Aldar Xelîl, Tirkiya hewl dide ku xaka Rojava û Sûriyayê dagir bike.

    Navenda Nûçeyan — Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand ku li erdnîgariya Sûriyayê hemû xebatên pêşketî di berjewendiya gelên Sûriyayê de ne û her êrişeke ji bo têkbirinê jî li hemberî hemû gelên Sûriyayê ye.

    Derbarê êrişên Tirkiyayê yên li ser Rojava jî wiha got: Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê AKPê hikûmeta şer ava kiriye. Li gorî konsepta şer dixwaze hem kurdên xwe hem jî kurdên Rojava bike hedef. Armanca zexta wê dagirkirina xaka Rojava û Sûriyayê ye.'

    Xelîl ragihand ku Tirkiya plana Cerablusê dike bihane; lê plana bidestxistina wî bajarî ne di rojeva wan de ye, herwiha mafekî Tirkiyayê yê mudaxelekirina vê planê jî nîn e.

    Endamê Konseya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl derbarê êrişa Tirkiyayê li ser çeperên YPGê jî wiha got: ‘Tirkiyayê li gelek deverên Grê Spî û Kobaniyê li dijî çeperên YPGê êriş li dar xistine û armanca wan provakasyon e; lêbelê ev operasyon hatine pûçkirin.

    Xelîl herwiha got ku Tirkiyayê berê îdia dikir ku YPG aydî kurdan tenê ye, gelên din li derve dihêle û bi vî awayî li qada navneteweyî em dorpêç dikirin; lêbelê piştî avakirina Hêzên Sûriyaya Demokratîk û serkeftina hevpar a li dijî DAIŞê gelek aciz bûye û naxwaze ku ev hêza yekpare çalak bibe.

    Bi heman mijarî:

    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    Wezareta Pêşmerge: ‘Plana rizgarkirinê berkemal e'
    Plana Moskovayê ya Sûriyeyê
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Li Çanakkaleyê keştiya penaberan binav bû: 7 jê zarok 14 kes xeniqîn
    DAIŞê êrişî gundekî Girê Spî kir: 4 gundî hatin kuştin
    Herêma kurdan: Alozî, êriş, sewqiyat û qedexe berdewam in (Agahî gav bi gav tên nûkirin)
    Etîketan:
    provakasyon, operasyon, Hêzên Sûriyaya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), YPG, Aldar Xelîl, Rojhilata Navîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de