11:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Afîşa Abdullah Ocalan

    Xwarziyê Ocalan li Viyanayê mirî hat dîtin

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13211

    Xwarziyê Abdulah Ocalan ku ev 8 meha agahî jê ne dihat standin li Viyanayê mirî hat dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Xwarziyê Abdulah Ocalan, Huseyin Yildirim ku ev 8 meha agahî jê ne dihat standin li Viyanayê mirî hat dîtin. Tê texmîn kirin ku Yildirim xwekuştiye, cenazeyê wî ji bo defin kirine şandin Tirkiyeyê.

    Aynî Yildirima xwuşka Ocalan berî niha bi 8 mehan ji bo dîtina kurê xwe Huseyin Yildirim serî li saziyên ewlehiyê da. Lê di vê deme de tu agahî ji yildirim nehat standin. Çend roj berê malbata yildirim li depoyekê ku nêzî mala wan e bêhnek kirin û piştî lêkolînan cenazeyê Huseyin yildirim derket.

    Hat ragihandin ku Huseyin Yildirim kindir xistiye stûyê xwe û xwe qeniqandiye, piştî otopsiya Yildirim cenaze teslîmî malbatê kirin. Malbat dê cenazeyê Huseyin Yildirim li taxa Omerliya navçeya Xalfetiyê ya Rihayê defin bike.

    Bi heman mijarî:

    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    Wezareta Pêşmerge: ‘Plana rizgarkirinê berkemal e'
    Plana Moskovayê ya Sûriyeyê
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Li Çanakkaleyê keştiya penaberan binav bû: 7 jê zarok 14 kes xeniqîn
    Etîketan:
    Huseyin Yildirim, Viyana, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de