16:55 23 Tebax 2017
Zindî
    huda par

    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 586 0 0

    Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku, di rûyê PKKê de welatiyan terka malên xwe kirin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê  Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku, di rûyê PKKê de welatiyan terka malên xwe kirin, tenê ji Şemzînanê 10 hezar kes koçberî Herêma Kurdistanê kirin.

    Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ji rojnameyekê Tirkiyeyê re axivî û got, ji bo ku PKKê li herêmê şideta xwe zêde kir welatî koçî Herêma Kurdistanê dikin. Tenê ji navçeya Şemzînanê 10 hezar kes sînor derbaskirin û çûn Kurdistanê. Niha li Farqînê çend tax bi tevahî vala bûn. Ev tax li hemberî tehdîd û zordestiyan hatin vala kirin û niha jiyan li wir felc bûye.

    Beşar Esad
    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Yapicioglu di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, heman tişt li navçeya Sûra Amedê jî heye. Di hilbijartina 1ê Mijdarê de li tevahiya Tirkiyeyê çûna sindoqan zêde bû lê li herêmê ev ket ev jî îspata wê ye. Ne rast e ku di nava bajêr de operasyon werin kirin ev ji bo welatiyan ne baş e. Qedexeya qedexekirina derketina ji malan ne rast e û ev bandorê li welatiyan dike.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Pêşmerge: ‘Plana rizgarkirinê berkemal e'
    Plana Moskovayê ya Sûriyeyê
    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Li Çanakkaleyê keştiya penaberan binav bû: 7 jê zarok 14 kes xeniqîn
    DAIŞê êrişî gundekî Girê Spî kir: 4 gundî hatin kuştin
    Etîketan:
    HUDA-PAR, Zekeriya Yapicioglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de