09:39 18 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşandan

    Herêma kurdan: Alozî, êriş, sewqiyat û qedexe berdewam in (Agahî gav bi gav tên nûkirin)

    © AFP 2017/ / YASIN AKGUL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 969 0 0

    Yuksekdag diçe Farqînê

    20:30 — Hevseroka Giştî yê HDPê Fîgen Yuksekdag wê sibê biçe Farqînê.

    Ji navenda ragihandina  HDPê hat diyarkirin ku Hevseroka Giştî yê HDPê Fîgen Yuksekdag wê sibê seet 13:00an de li Farqînê be.

    Eş Genel Başkanımız Figen Yüksekdağ, milletvekillerimizle beraber yarın 13:00'te #Silvan'da.

    Posted by Halkların Demokratik Partisi – HDP on 11 Kasım 2015 Çarşamba

     

    20:22 — Hat ragihandin ku li navçeya Farqînê bi roketan êrişî wesayîta zirxî kirin.

    Li gorî nûçeya CÎHANê hat ragihandin ku di encama êrişê de polêsekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar e. 

    19:09 — Hat ragihandin ku li Farqînê TIR û kepçeyek hatiye şewitandin û piştre pevçûn derketiye.    

    Li gorî agahiyên dîhayê hat gotin polêsan piştî bûyerê gule reşandine derdorê.

    18: 00 — Parlamenterê HDP'ê bi bombeya gazê hat birîndarkirin e  

    Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Farqînê tê meşandin çalakî li dar xist. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ser welatiyan kir û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan bi bombeya gazê ya li newqa wî ket birîndar bû.

    Ji ber êrîşa polîsan ciwanan daxuyanî neda û gengeşiya li zanîngehê didome.

    16:40 — Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û rêveberên baroyê îro çûne Farqînê û li herêma pevçûnan lêkolînê kirin.

    Tahir Elçî û heyeta pê re Şaredariya Farqînê ziyaret kirin û piştre çûne sersaxiya Yakup Sinbag.

    Tahir Elçî diyar kir ku li dijî gelê Farqînê bi çekên giran operasyonên leşkerî pêk tên û zarokên Abdullah Guney (7) Îbrahîm Yaskent bi perçeyên şaraplenê birîndar bûne.

    Her wiha Elçî destnîşan kir ku wan ji bo gelê Farqînê kampanyaya alikariyê dane destpêkirin û ji gelê Amedê re bang kir ku li Farqînê pêwîstiya zexîreyê heye, gel dikare bi rêya Baroya Amedê an Komeleya Keyayên Farqînê zexîreyan bigihijîne gelê Farqînê.

    Tahîr Elçî çû sersaxiya Yakup Sinbag
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tahîr Elçî çû sersaxiya Yakup Sinbag

     

    16:00 — Li Hezexê îro ji xeynî firûn û dermanxaneyan tu cih vekirî nîne.
    Hat ragihandin ku gelê Hezêxê îro ji bo Farqînê jiyan rawestandine û li navçeyê meş hatiye lidarxistin.

    Dîhayê ragihand ku li navçeyê esnafan îro dikan venekirine û bi pêşengiya DBP-HDPê meşeke hatiye lidarxistin.  Parlamenterê HDPê Ferhat Encû, Hevşaredarên Hezexê û rêvebirên HDP-DBPê jî beşdarê meşê bûn.

    Li Hezexê hezaran kes ji bo Farqînê meşiya
    © Foto: facebook
    Li Hezexê hezaran kes ji bo Farqînê meşiya

    15:45 — Heyeta HDPê ku Îdrîs Baluken, Altan Tan, Îmam Taşçier, Mahmût Togrul jî di nav de nin ligel welatiyan ve  gihiştin Farqînê.

    Li gorî nûçeya Dîhayê heyet ewil çûye Şaredariya Farqînê û derbarê bûyeran de agahiyan wergirtine û piştre derbasî taxên Mescît, Tekel û Konakê ku pevçûnên dijwar diqewimin bûne.

    15:00 — Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş beşdarê weşana Med Nûçeyê bû û di bernameyê de axivî.

    demirtaş
    © Foto: AA/ Elif Öztürk
    demirtaş

    Demirtaş diyar kir ku bi 3 taxan re têkilî qut bûye û tax ji her aliyê ve tên bombekirin.

    Demrtaş got: ‘Em dê heta dawiyê ligel berxwedana gelê Farqînê bin.'

    Demirtaş bang li hemû gelê kurd û bloka demokrasiyê kir ku li Farqînê xwedî derkevin.

    14:45 — Gelê Nisêbînê ji bo Farqînê li ser piyan e

    Gelê Nisêbînê bi pêşengiya rêxistina  DBP û HDPê li ber avahiya partiyê kombûn. Komê pankarta ‘Ji şer re na, em destûrê nadin şer' hildan.

    Gelê Nisêbînê ji bo Farqînê li ser piyan e
    © Foto: facebook
    Gelê Nisêbînê ji bo Farqînê li ser piyan e

    14:35 — Li Agiriyê meşa ku ji bo şermezarkirina êrişên li dijî welatiyên Farqînê pêk tên, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

    Parlementera HDPê Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî polêsan da û astengiyê wek faşîzmê bi nav kir.

    Di meşê de pankarta "Em komkujiya li Farqînê şermezar dikin" hat vekirin. Polêsan bi maşîneyên zirxî di kolana partiyê de rê li ber girseyê girt û nehiştin girse bimeşe.

    Polêsan li Agiriyê meşa ji bo Farqînê asteng kir
    © Foto: facebook
    Polêsan li Agiriyê meşa ji bo Farqînê asteng kir

    14:30 — Dîhayê ragihand ku polêsan li Farqînê anonsan dikin ku gel ji kolanan vekişe.

    Hat ragihandin ku polês û tîmên taybet niha bi topan êrişî taxan dikin.

    14:15 —Li gorî agahiyên bi dest ketî li Farqînê gelek noqteyan de takn hatine bicihkirin.

    Parlamentera Amedê Feleknaz Ûca jî ragihand ku pêwendî bi parlamenterên HDPê yên duh çûbûn Farqînê re nemaye û got: ‘Metirsî li ser jiyana tevahiya niştecihên wan taxan heye.'

    14:00 — ‘Em ji gelê Kobanê perîşantir bûne'

    Bave 8 zarokan Meki Esmer ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got: ‘Em ji gelê Kobanê perişantir bûne. Nan tine, av tine, ceyran tine. Sivîlen di taxan de man niha tene genim germ dikin u dixwin. Her zaroyeki min niha li dereke ye'.

    12.10 — Helîkopteran bombe avêtin taxên Farqînê: Kuştî hene

    Li gorî nûçeya DİHAyê li Farqînê helîkopteran bombe avêtin taxên Tekel, Mescît û Konakê. Di bombebaranê de welatî hatine kuştin

    Tîmên taybet û polês li taxên Konak, Mescit û Tekelê bi maşînên zirxî anons dikin û dixwazin welatî taxan vala bikin. Tîmên taybet ji maşînên zirxî û mizgeftan bangên "Taxên xwe vala bikin an jî em dê we tevan bidin ber gule û bombeyan" dikin.

    Li aliyê din helîkopter ji jor ve taxan bombe kir. Hat ragihandin ku di bombebarana helîkopteran a taxên Tekel, Mescît û konakê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Taxa Mescitê ku wekilên HDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî hebûn hat bombekirin.

    11.40 — Li Mêrdînê li dijî polêsan êriş: Kuştî û birindar hene

    Li Kerborana Mêrdînê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqînekê rû da. Di teqîna ku wesayîta zirxî derb xwar de, ji ber parçeyên şarapnelê kesekî bi navê Ramazan Tarî (47) jiyana xwe ji dest da, û 2 tîmên tevgera taybet jî bi giranî birîndar bûn.

    Ji ber parçeyên şarapnelê yên di dema teqînê de pengizî, Ramazan Tarî yê ku li Şaredariya Kerboranê weke xebatkarê paqijiyê dixebitî, birîndar bû. Tarî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, lê jiyana xwe ji dest da.

    Di dema teqînê de du xwendekarên bi navê Huseyîn û Îdrîs yên paşnavê wan nehat zanîn ku diçûn dibistanê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

    11:04 — Revebiren Baroya Amede ji bo buyeren li Farqine diqewimin li Farqine ne.

    3 parlementeren HDPe li taxen Farqine yen ku le qedexeya derketina derve heye ase man, ji ber şer u pevçunen nikarin jê derkevin.

    11:03 — Li se taxen Farqine qedexeya derketina derve dewam dike.

    Di şer u pevçunen îro di wan taxan de derketi de yek 5 sali yek ji 12 sali du zarok birindar bûn.

    Tahir Elçî, li Farqînê bang li saziyen sivîl yên navneteweyî kir: Farqîn di bin xetereyeke mezin de ye disa. Mixabin bala saziyen sivîl ne li vir e. Divê em keliyekî zutir gelê sivîl ji ve zilme xelas bikin.

    Suleyman Sinbağ, bave Yakup Sinbage ku di buyeren Farqine de hati kuştin go "Terme kure min 24 saetan li erde ma. Ji ber gulebaranen polesan me nikaribu rabikira. Zilm e, kes dengê Farqînê nabihîze!"

    11.00 — Helîkopter li Farqînê bombeyan li ser sivîl û heyeta parlamenteran barand

    Hat îdia kirin ku Hêzên dewleta tirk, ji helîkopterê bi bombeavêjan êrîşî parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û girseya gel yên li taxa Mescîtê çalakiya rûniştinê lidar xistin kir.

    Endamên heyetê û girseya gel, ji ber êrîşa bombeyî ya ji helîkopterê xwe avêtin mizgefta taxê. Di nava heyetê de Parlamenterên HDP'ê Nûrsel Aydogan, Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp û Berdevka KJA Ayla Akat Ata jî hene.

    Heyetê duhî dorpêça polêsan qelişandibû û xwe gihandibûn taxa Mescîtê.

    09.12 — Artêşa Tirkiyeyê li Farqînê dest bi operasyonan kir

    Li Farqînê, hem li navenda navçeyê hem jî li qada bejahî operasyona leşkerî hat destpêkirin.

    Hêzên dewleta tirk bi tank û wesayîtên leşkerî yên ku ji duhî ve sewqî navçeyê dikirin, li hemberî taxên Tekel, Konak û Mescîtê hem ji navenda navçeyê hem jî ji qada bejahî ji Gundê Cano û Gaza Topê, operasyona leşkerî dan destpêkirin.

    Leşkerên Tirk, tevî tîmên tevgera taybet bi çekên giran û tankan êrîşî taxan kirin. Êrîş danê sibehê zêde bûn. Helîkopter jî li ser taxan digerin û keşfê dikin. Hêzên çekdar yên tirk di heman demê de topan diavêjin taxan.

    Li Silopiyê êriş: 3 polês hatin kuştin û yek jî birîndar bû

    Li navçeya Silopî ya Şirnexê, di encama teqînekê de 3 polês hatin kuştin, li wê derê şer û pevçûn didome.

    Li gorî agahiyan, di bûyerê de 4 polêsên ku di nav panzerê de bûn bi giranî birîndar bûn lê 3 ji wan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan, rewşa polêsê mayî jî giran e.

    Piştî bûyerê operasyon hat destpêkirin û di navbera hêzên tirk û şervanên YDG-Hê de şer derket. Tê gotin ku heta niha jî şer didome.

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê teqîn: 2 kuştî 15 birîndar
    Hevşaredar serbest hat berdan
    Erdogan: ‘Me lê xist û em ê lê xin jî'
    Rûsya hejmara endamên DAIŞê eşkere kir
    DBPê, Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan rexne kir
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YDG-H PKK, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de