06:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên YPGê

    YPG: ‘Artêşa tirk êrişî Kobanê kir'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 417 0 0

    YPGê daxuyanî da û got: ‘Artêşa tirk êrişî Kobanê kir'

    Navenda Nûçeyan — YPGê li ser malpera xwe îro daxuyanî da û diyar kir ku Artêşa tirk îro di navbera 10:00-11:00an de êrişî Kobanê kiriye. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DAIŞê îro di encama êrişan de 4 welatiyên sivîl qetil kiriye.

    Daxuyaniya ku YPGê li ser malpera xwe parve kir wiha ye:

    ‘1. Êrîşên Arteşa Tirk a ku 24ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me ya li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike.
    10ê Mijdarê (îro) di navbera saet 10.00 û 11.00'an de Arteşa Tirk li dijî gundê Çarikli ya dikeve li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê bi çekên giran a A4 ve êrîşek lidarxist

    2. 10ê Mijdarê (îro) çeteyên DAIŞê di navbera saetên 11.00 û 12.00'an de li dijî gundê Ebik Şêx a dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê bi topên hawanan êrîşek lidarxist. Di êrîşê çeteyên DAIŞê ya ku hemwelatiyên sivîl hedef digirt de 4 hemwelatî gihiştî şehadete, 1 jê zarok 2 kes jî hat birîndarkirin.'

    Derbarê vê mijarê de heta vê demê artêşa tirk tu daxuyanî nedaye.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Êrişên Artşêşa Tirkiyeyê li ser me didomin
    YPGê bang kir, bila kurdên Rojava vegerin welatê xwe
    YPG: DAIŞ pisîkan jî dike komkuj
    Şervanê YPGê yê Kanadayî li Hesekê jiyana xwe ji dest da
    YPGê û hêza demokratîk li Hesekê 3 gundên din girtin
    YPG:12 gund ji destê DAIŞê derxistin
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de