21:42 24 Mijdar 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    TEV-DEMê bersiv da ENKSê

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Piştî ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS) û Tevgera Ciwanên Kurd (TCK)bi daxuyaniyekê helwesta Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)şermezar kiribû; TEV-DEMê jî bi daxuyaniyekê xwe parast û ENKS şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rûdawê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku ew her tiştê xirab ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS) hêvî dikin; ji ber ku hin endamên Encumenê di nav çekdarên biyanî de şerê hêzên kurdî dikin.

    Rayedarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulselam Ehmed di daxuyaniyekê de ragihand ku xwepêşandanên ENKSê yên li dijî zimanê kurdî tenê xizmeta dijminên gelê kurd dikin û got: ‘Kesên ku beşdarî xwepêşandanên ENKSê bûne tenê çend kesên pîr in ku zarokên xwe şandine derveyî welat.'

    Ebdulselam Ehmed herwiha anî ziman ku ENKS tu carî nebûye hêzeke siyasî ya hevgirtî; ji ber ku partiyên di nav wê de hertim bi nakokiyan ve mijûl in.

    Rayedarê TEV-DEMê bang li aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê kir ku li gorî asta neteweyî ya niha bi hesasî tevbigerin û got: ‘Şerm e ku sloganên li dijî zimanê kurdî didine destê zarokan û berdidin kolanan.'

    Roja şemiyê, 7ê Mijdarê, li ser daxwaza Encumena Herêmî ya ENKSê li Çelaxe û piştre li Dêrikê girseyeke xelkê deverê xwepêşandanên protestoyî li dar xistibûn û nerazîbûna xwe li dijî bernameya perwerdehiyê ê û biryarên din ên Rêveberiya Xweser nîşan dabûn.

    Rayedarên ENKSê gotibûn ku ew ne li dijî perwerdehiya zimanê kurdî ne; lê ew li dijî bernameya perwerdehiyê ya îdeolojiya partîgiriyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstan moşek avêtin bajarê Lezqiyeyê: Herî kêm 23 kuştî û 65 birîndar hene
    Li Hewlêrê 2 kes bi 17 guleyan hatin kuştin
    Heyeta Îmraliyê hişyarî da AKPê: ‘Rêya hûn tê de dimeşin rêya kaos û şer e'
    Matematîk dikare şerî rawestîne
    Li Konyayê operasyon: 18 kes hatin binçav kirin
    Li bajarên kurdan qedexe û êriş di roja 8an de berdewam dikin
    Pûtîn: Amerîka dixwaze hêza me ya atomî bêbandor bike
    Etîketan:
    xwepêşandanên protestoyî, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyayê (ENKS), Tevgera Ciwanên Kurd (TCK), Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Ebdulselam Ehmed, Rojhilata Navîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de