18:05 23 Mijdar 2017
Zindî
    Heyeta Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê hişyarî da AKPê: ‘Rêya hûn tê de dimeşin rêya kaos û şer e'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Ji Heyeta HDPê ya Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDPê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

    Enqere - Onder di civînê de axivî û got: ‘Di her demên beriya rewşên krîtîk de me bi hişyariyên dîrokî re raya giştî agahdar kirin. Ev civîna me ya pêncemîn e. Di rewşa heyî de gemariyeke mezin a agahiyan heye.'

    Onder li ser xusûsên bingehîn ên pêvajoyê de got: ‘Polîtîkayên bingehîn ên pêşî li siyaseta demokratîk vekin û pêkanîna sererastkirinên qanûnî yên li gorî van polîtîkayan, dijminatiya li pêvajoyên rêveberiya Kurdan a bi gelên bindest ên bi hev re dijîn, ku bi taybetî li Rojava şênber bûye, bê terikandin.'

    'LI SER NAVÊ OCALAN LÎSTIKÊN DEREW ÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊN LÎSTIN'

    Onder bal kişand ser israra Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û girîngiya Mutabaqa Dolmabahçeyê û got: ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê û israra Birêz Ocalan a ji bo aştiyê ku ev mutabaqat afirand, weke sîgortaya pêşeroja me ya demokratîk, hîngê bi hemû girîngî û fezîleta xwe di qeydên dîrokî de cihê xwe digire. Em dixwazin careke din bi raya giştî re parve bikin, ku hemû nêzîkatiyên neyînî yên li hundir û derve hindik maye welêt di zinêr de wer bikin, bi redkirina Mutabaqata Dolmabaheçyeê, bi konsepta tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan ku di rewşa Rêbertiya Aştiyê de ye, destpê kirine.'

    Ocalan
    © AP Photo/ Hussein Malla
    ‘HIŞYARIYA ŞER Û KAOSÊ'

    Onder got: ‘Rêya hûn tê de dimeşin, kaos û şer e, êş, barîna xwîn û rondikên çavan e. Demek ji ya din zûtir vegera ji vê rê, ji bo welatê me û gelên me xêr û bêr e. Eger veger ji vê rê bê kirin, ne zehmet e ku deriyekî nû ji bo welatê me û herêma me bê vekirin. Li gorî paşerojê, di ser pêvajoya civakî re bê xwendin, wê ev yek gelekî hêsantir bibe. Mifteya deriyê aştiyê veke li Îmraliyê ye, li ser maseya xebatê ya Birêz Ocalan e. Divê neyê ji bîr kirin ku ew mifte ne bi tecrîdê, bi cidiyet, bi berpirsyarî û hurmetê re dikare were bidestxistin. Dewleta ku li hemberî gelê xwe şer dike nikare demokratîk bibe. Dewleta ku bi gelê xwe re li hev dike dikare demokratîk bibe û dîrokê bi rê ve bibe. Em hêvîdarin ku wê ev hişyariyên me bên dîtin û bihîstin.'

    Bi heman mijarî:

    Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    Baluken: 'Li ser navê Ocalan nûçe çêkirin bêexlaqî ye'
    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Parêzerên Ocalan: Divê dadgeh li gorî ruhê demokrasiya Atinayê tevbigere
    Parêzerên Ocalan wê îro li Atînayê daxuyaniyê bidin
    Ji Ocalan re xelata aştiyê
    Ocalan: ‘Ez di nava tecrîdê de me, nikarim bi têra xwe parastinê bikim'
    Etîketan:
    Heyeta Îmraliyê, AKP, HDP, PYD, Sirri Sakik, Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, Abdullah Ocalan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de