14:25 19 Sibat 2018
Zindî
    Fêsel Yûsiv

    2 mercên ENKSê: Çareseriya siyasî û parastina mafên pêkhateyan

    © Sputnik/ via YouTube file
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro 9ê Mijdarê şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyayê (ENKS) ligel Balyozê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê civiya û her du aliyan rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê nirxand.

    Navenda Nûçeyan — Rayedarê ENKSê Fêsel Yûsif ji malpera Welatî re ragihand ku hevdîtina wan bi awayekî erênî derbas bûye û got: ‘Bi mercê ku mafê hemû pêkhateyên welatê Sûriyayê bêne diyar kirin û parastin, ENKS di krîza Sûriyayê de giringiyê dide çareseriya siyasî. Jixwe Rûsya jî ligel vê nerînê ye.'

    Yûsif herwiha got: ‘Di civînê de pirsgirêka têrorîzmê hate behskirin û Rûsyayê helwesta ENKSê gelekî erênî dît. Me ji aliyê rûs re got ku em ligel aliyekî û li dijî aliyê din ranawestin. Em ligel her helwildanê ne; lêbelê du mercên me hene: Divê krîza Sûriyayê bi şêweyekî siyasî û aştiyane bê çareserkirin û mafên hemû pêkhateyan bê diyarkirin û parastin.'

    Derbarê pêwendiyên ENKSê yên bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re jî Fêsel Yûsif got: "Me ji aliyê rûsî re diyar kir ku em bi PYDê re pêwendiyên xwe didomînin û hewl didin ku hêmû nakokiyên xwe yên siyasî û leşkerî bi riya diyalogê çareser bikin.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Di Navbera ENKSê û TEV-DEMê de pevçûn!
    Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan
    Li Çelaxê ENKS û TEV-DEM hatin hemberî hev
    TAYBET- ENKS: 'El Nûsra rexistineke terorîst e, lê Ehrar-ûş Şam na'
    ENKS alîkariya çekan û tevlêbûna rêvebiriyê erê dike
    "Kurd dixwazin ku partiyên wan (ENKS - PYD) di bin banekî de kom bin"
    DENG - ENKS: 'Di şerê li hemberî DAIŞê de em piştgiriya Rûsyayê dikin'
    16 partiyên Rojava di civîna xwe de rexne li ENKSê kirin
    ROJAVA - ENKSê ji bo peşmergeyê Rojava ji Amerîka alîkarî xast
    Etîketan:
    çareseriya siyasî, krîza Sûriyayê, ENKS, Fêsel Yûsif, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de