22:14 20 Hezîran 2018
Abdulkadir Selvi

Tirkiye li hemberî Sûriyeyê plana operasyoneke mezin dike

© Foto : Youtube
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Abdulkadir Selvî di nivîsa xwe ya îro de îdia kir ku, Tirkiye di rojên pêş de li Cerablûsê li dijî DAIŞê plana operasyoneke mezin dike.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
© Sputnik / / Sergei Guneev
Navenda Nûçeyan - Selvî di nivîsa xwe de dibêje, vê carê dê cuda be. Tirkiye û Amerîka bi hev re dê li dijî DAIŞê operasyonê bikin. Tirkiye wekî hêza bejayî tevlî nabe. Em û Amerîka bi rêya hewayî dê li hedefên DAIŞê bidin. Û di rêya bejê de jî Artêşa Azad ya Sûriyeyê, hêzên tirkmen û ereb dê tevlî bibin. Lê rêxistinên cihadîst tevlî operasyona bejayî nabin.

Armanc pêşiya ketina PYDê bê girtin

Selvî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje, armanca sereke derxistina DAIŞê ji heremê ye. Piştî ku DAIŞ derket armanca duyemîn jî cihê ku hatibe valakirin pêşî lê bê girtin ku PYD nekeve wan deran.

Abdulkadir Selvi di dawiya nivîsa xwe de dibêje, Cerablûs ji bo Tirkiye ku pêwendiyê bi ereb û tirkmenan re deyne cihekî stratejîk e. Ji bo ku Cerablûs nekeve destê PYDê wê bibe wekî herêmeke tampon piştî ji DAIŞê were paqijkirin. Lê ez dîsa jî bêjim ev operasyona li Cerablûsa tenê dê li dijî DAIŞê were kirin.

Bi heman mijarî:

Ji doza Mûsa Anter dîsa encam derneket
Li Mexmûrê DAIŞ bi baranê hat û bi lehiya Pêşmerge têk çû
Karayilan: ‘Hemû êrîşê artêşa tirk wê qat bi qat bên bersivandin'
Pûtîn: Artêşa me bi hêz dibe
Dîroka kongreya HDPê zelal bû
Etîketan:
Abdulkadir Selvi, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de