09:45 23 Hezîran 2018
Apê Mûsa

Ji doza Mûsa Anter dîsa encam derneket

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di 5emîn danîşîna doza kuştina Musa Anter a li Dadgeha Ceza ya Giran a 6'emîn a Enqereyê de jî tu encamek berbiçav derneket. Daxwaza ji nû ve guhdarkirina şahidan û girtina bersûcên negirtî ya parêzerên malbata Anter hate red kirin.

Enqere — Danîşîna 5emîn a doza Musa Anter a li Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn a Enqereyê hate dîtin. Kurê Musa Anter Dîcle Anter, parêzerê malbatê Selîm Okçuoglu û gelek parêzer tevlî danişînê bûn. Her wiha Parlementera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, bersûcê girtî sercerdevan Hamît Yildirim û Albay Savaş Gevrekçî jî li danişînê amade bûn.

Parêzerê malbata Anter Selîm Okçuoglu diyar kir ku doza Musa Anter yek ji dozên herî girîng ya dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye û got di dozê de heya niha tu pêşketin tune ye. Okçuoglu da zanîn ku saziyên dewletê naxwazin ev kuştin zelal bibe û got ‘Agahî û belgeyên têne xwestin naşînin. Dewlet heman dewlet e. Ji ber ku saziyên dewletê dibin asteng ku ev kuştin zelal bibe.'

Heyeta Îmraliyê
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Okçuoglu balê kişand ser dozên dawî ku bi beraatê bi encam dibin, bersûcên ji JÎTEMê têne darizandin, beraat dikin û got ‘Hêzên tarî û hikûmeta îro li hev kirine.' Okçuoglu daxwaz kir ku hevpeyvîna Abdulkadîr Aygan di danîşîna pêş de were guhdarkirin û wiha berdewam kir: ‘Me di danişîna borî de daxwaz kir ku bersûc werin girtin. Lê meqama îddiayê dibêje em tiştek wisa nikarin daxwaz bikin. Em aliyê mexdûr in, beguman mafê me heye.'

Bi heman mijarî:

Karayilan: ‘Hemû êrîşê artêşa tirk wê qat bi qat bên bersivandin'
HDPê derbarê Demîrtaş de biryar da
Dîroka kongreya HDPê zelal bû
Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
Li Rihayê 4 kes hatin girtin
Etîketan:
JÎTEM, Meral Daniş Beştaş, Sezgin Tanrikulu, Selîm Okçuoglu, Mûsa Anter, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de