12:28 25 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: ‘Hemû êrîşê artêşa tirk wê qat bi qat bên bersivandin'

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1072 0 0

    Hat ragihandin ku Mûrat Karayilan bi riya bêtêlê ji hêzên PKKê re axivî û got: ‘‘Hemû êrîş wê qat bi qat bên bersivandin.'

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya anfê Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Mûrat Karayilan ji hêzên PKKê re axiviye.

    Li gorî nûçeyê Karayilan da xuyakirin, ku hêzên beriya hilbijartinên 1ê Mijdarê banga 'ragihandina bêçalakîtiyê' li wan kirin, piştî ku wan di 10ê Cotmehê de bêçalakîtî ragihandin, beşeke biçûk ne di nav de, ev derdor bêdeng man û xwedî li wezîfeya xwe derneketin.

    Karayilan derbarê şerên dawî de got: ‘Bi zimanekî Hîtlerî, gefa komkujiyê li me û gelê me xwarin. Lê dîsa jî kesî dengê xwe dernexistin. Heta niha ne hêzên navneteweyî, ne jî hêzên demokratîk ti deng derneketiye. Hin derdorên çep-demokratîk, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl dengê xwe bilind kirin, lê bele dengekî zêde xurt derneket holê.'

    Karayilan got: ‘Niha Erdogan û Davûtoglû radibin dibêjin 'em ê êrîş bikin'. Madem hûn ewqasî dixwazin êrîş bikin, fermo êrîş bikin. Ser seran ser çavan. Lê ji bîr nekin, li hemberî her êrîşa we, wê qat bi qat bersiv bê dayîn. Li dijî vê nêzîkatiya êrîşkar a ku xwîn ji dev dirije, şert û merc nemane ku em pêvajoya bêçalakîtiyê bidomînin.'

    Karayilan wiha domand: ‘Mînak; DAIŞ weke rêbaza şer di destpêkê de civakê ditirsîne, dûre jî li ser civakê kontrolê bi dest dixe, bi vî rengî devera dixwaze bi dest dixe. AKP jî niha heman rêbazê dimeşîne. DAIŞ bi ku ve diçe, cihên pîroz, yanî ziyaretgeh, goristan, şehîdgeh, îbaretxaneyên civakê tine dike. AKP jî niha heman tiştî dike. Yanî êrîşî pîrozmendiyên gelê me dike, heqaretê dike.'

    Bi heman mijarî:

    Karayilan bersiva Ahmet Davutoglu da
    Îdia Mûrad Karayilan li AKP'e mezel dide vekirin
    Karayilan: ‘Bi tabûtên vala merasîman dikin'
    Karayilan: Êdî em ketine pêvajoya avakirina Kurdistana Azad
    Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'
    Karayilan: Em bi sozên AKPê xapiyan
    Etîketan:
    KCK, Mûrat Karayılan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de