19:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Îran Zeyneb Celaliyanê zindan bi zindan digerîne

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniyê ya Kurdistanê (Kurdish Press Agency - KURDPA) Zeynep Celalyan di nava 8 salan de li girtîgehên Kirmanşan, Urmiye û Evînê de ma; di dawiya dawîn de veguhestine zindana Xoyê.

    Navenda Nûçeyan — Zeyneb Celaliyan sala 1983an li bajarê Makoyê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Celaliyan sala 2006an ji aliyê îstîxbarata Îranê ve li bajarê Kirmanşanê hate girtin. Dagehê bi tohmeta ‘mûxalafeta li dijî Xwedê û endambûna rêxistineke ku dixwaze dewleta Îranê parçe bike' cezayê darvekirinê da Celaliyan. Paşê ev biryar bi darizandine sembolîk  û ceza wekî hebsa heta hetayê hate guhertin.

    Li gorî raporta ku ajansê bi dest xistiye, Zeyneb Celaliyanê çendîn caran ji berpirsên zindana Kirmaşanê xwestiye ku wê veguhêzin nexweşxaneyekê da ku çavên wê bên dermankirin; lêbelê Dozgeriya Kirmaşanê pêşî li vê daxwaza wê ya qanûnî û mirovîn girtiye. Piştî ku hêviyên wê yên dermankirinê dişkên dîsa daxwaz dike ku wê veguhêzin bajarê Makoyê (yê ku cihê jidayikbûna wê ye) da ku li şûnwarê bav û kalên xwe bimire; lê ev pirs jî bêbersiv maye û çalakvana siyasî veguhastine zindana bajarê Xoyê.

    Di raportê de tê gotin ku girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celeliyan di nexweşxaneya navçeya Xoyê ya bi ser Urmiyê de ye û rewşa wê ya tenduristî jî xirabe; lêbelê berpirsên zîndanê û yên dadweriyê rê nadin ku Celaliyan ji zindanê derkeve û here ser bijîjkên nexweşxaneyan.

    Ji aliyê din ve di raporta Komeleya Mafên Mirovan ê Îranê de jî wiha tê gotin: Zeynep Celaliyan ku ev 8 sal in girtî ye, rastinexweşiya hinavê bûye û herwiha çavên wê jî her diçin lawaz dibin, metirsiya korbûnê heye. Rayedar ne dihêlin derman bibe ne jî dihêlin bi malbata xwe re hevdîtinan bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
    'Kengê petrola Kurdistanê bi ser Îranê re derbasî bazarên cîhanê dibe?'
    Îranê du ciwanên kurd kuştin
    Îranê li Sineyê dest bi tetbîqateke leşkerî kir
    Îranê ji werzîşkarê kurd lêborîna fermî xwest
    Etîketan:
    Zeyneb Celaliyan, Rojhilata Navîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de