21:55 22 Sibat 2018
Zindî
    Gever - şer - pevçûn - wêran

    Li gelek bajarên kurdan şer didome

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Cizîrê di protestoyên ji Faqînê de 2 welatî bi guleyan birîndar bûn.

    21:00 — Li Cizîrê 2 welatî bi guleyan birîndar bûn

    Hat ragihandin ku li Cizîrê 2 welatiyên bi navê M. Emin Butanri û Rafet Aşut di êrişa polêsan de bi guleyan birîndar bûne. Li gorî agahiyan hat gotin ku rewşa Rafet Aşut giran e.

    18:30 — Li Cizîrê şer
    Hat ragihandin ku li gelê Cizîrê di van seetan de ji bo êrişên ku li Farqînê pêk tê protesto bikin daketina qadan.

    Dîhayê ragihand ku welatiyan gelek cadeyan bi wesayîtên xwe girtine ku wesayîtên zirxî berbi wan ve neyê.

    Ji hêla din ve hat ragihandin ku di seetên êvarê de li avahiya emniyetê teqînek pêk hatiye û di encamê de 2 polês birîndar bûne û rakirine nexweşaxaneyê.

    18:00 — Li taxa Tekelê tîmên taybet ciwanê bi navê Yakup Sinbag ê 20 salî kuştin û cenazeyê Sinbag ji ber dorpêça polêsan ji taxê nakere bê derxistin.
    Li navçeya ku êrîş berdewam dike de hejmara kesên ku ji aliyê tîmên taybet ve hatin kuştin derket 6 kesan.

    14:30 — Qehwexane gulebaran kirin: Kuştî û birîndar hene

    Li navçeya Farqînê ya Amedê 7 roj in derketina derve qedexeye û di nav heft rojan de hejmara welatiyên sivîl ku hatine kuştin gihişte 5an.

    Dîhayê îro rahihand ku li taxa Feridunê yê Farqînê qehwexaneyek ji hêla tîmên taybet ve hatiye gulebarankirin û di encamê de welatiyê bi navê Mehmet Yavuz (45) jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku du welatiyên bi navê Seyfettîn Kurt û Abdulsamet Kesici jî bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

    Bi heman mijarî:

    Li Farqînê ciwanekî din jî hat kuştin
    Li Farqînê ciwanekî din hat kuştin
    Li Farqînê qedexeya derketina ji malan, ciwanek hat kuştin
    Li Farqînê êriş: 2 kuştî
    Li Farqînê dîsa qedexeya derketina ji malan hat îlankirin
    Etîketan:
    Abdulsamet Kesici, Seyfettîn Kurt, Mehmet Yavuz, Farqîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de