15:52 24 Hezîran 2018
Orhan Miroglu

Mîroglu şert danî ber HDPê: Divê KCK ji Tirkiyayê derkeve!

© Sputnik / Cesim İlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê AKPê ê Mêrdînê yê kurdnijad Orhan Miroglu diyar kir ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê çend şert hene: divê HDP wan qebûl bike.

Navenda Nûçeyan — Parlamenterê AKPê Orhan Miroglu pêvajoya çareseriyê û helwesta hikûmeta nû ya Tirkiyayê ji Spûtnîkê re nirxand.

Miroglu di axaftina xwe de bal kişand ser HDPê û pêvajoya aştiyê û got: 'Ne cihê axaftinê ye ku ji bilî hereketa li parlamentoyê, hinek grûb an jî lijneyên din muxatab bên girtin. Ji bo ku dîsa pêvajoya aştiyê were destpêkirin du şertên me ji HDPê hene. Divê grûbên çekdar ji Tirkiyayê derkevin û KCK xwe fesx bike. Herwiha divê KCK deklere bike û bibêje me dawî li çalakiyên xwe yên siyasî aniye û dê hemû kadroyên me Tirkiyayê biterikînin.

Orhan Miroglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ‘projeya yekitiya neteweyî' û got: 'Muxatabê me wê ne tenê rêxistineke siyasî be. Ji Colemêrgê hetanî Edirneyê hemû civak muxatab e. Û ji bo pirsgirêka hereketê ya di şertên azad de çêkirine jî, erê şertên me diyar in.'

Bi heman mijarî:

Heyeta Îmraliyê wê sibê daxuyaniyê bide
Altan Tan: 'Hêza HDPê têra guherandina biryara PKKê nekir'
Hê jî ne diyar e Sûriye dê tevlî civîna Viyanayê bibe an na
Artêşa Sûriyeyê 58 milîtanên DAIŞê kuştin
Esnafê Sûrê: ‘Berê me mirov hembêz dikirin, niha em gule û fîşengan hembêz dikin'
Etîketan:
AKP, HDP, Orhan Mîroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de