16:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Altan Tan

    Altan Tan: 'Hêza HDPê têra guherandina biryara PKKê nekir'

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 206 0 0

    Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan hevpeyvînek bi rojnameya Cumhuriyetê li dar xist.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê HDPê Altan Tan derbarê heyama bêçalakiyê PKKê de wiha got: ‘PKKê bêçalakiya xwe ya berî 7ê Hezîranê berdewam nekir. Heke di rewşa bêçalakiyê de bima û bigota tu çi dikî bike ez ê tu carî bi te re lîstika şerî nelîzim wê hingê stratejiya AKPê dê hilweşiya; lêbelê wisa nekir.'

    Li ser rewşa HDPê ya di navbera dewlet û PKKê de jî Tan wiha got: ‘PKK û YDG-Hê şer veguhastin bajaran û xweseriya demokratîk daxistin asta xendeqan. Ev tevgereke şaş bû û gel hê di roja yekem de bertek nîşan da; lê şaşiyê berdewam kir. Mixabin hêza HDPê têra guherandina vê şaşiyê nekir.'

    Derbarê berteka hilbijêrên kurd de Parlamenterê HDPê got ku hêrsa gel bi qasî AKPê li HDPê nehatiye û got: ‘AKP mîna Mele Nasredîn ji xwe re şa dibe. Ker winda kiriye û palanê wê yê kevn kêfxweş dibe. 7ê Hezîranê rêjeya dengên me ji sedî 55an derketiye 79an û 1ê Mijdarê jî daketiye 72an. Lê dengên AKPê ji sedî 41î daketine 14an û dîsa derketiye 22an. Li herêmê bi ferqeke mezin em dîsa partiya yekem in'

    Bi heman mijarî:

    PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin
    PKKê li Kerkûkê sersaxî da malbatên Pêşmerge
    PSKê Bang li PKKê û dewletê kir!
    QENDÎL - A niha kampên PKKê tên bombebarankirin
    Qasim Şeşo: PKK nahêle pêşmerge Şingalê rizgar bikin
    FLAŞ - YNKê jî naxwaze PKK li Şingalê bimîne
    Baskin Oran: ‘Stratejiya HDPê rast bû lê nekarî PKKê îxna bike'
    Sererkaniya Tirkiyayê: ‘Me 16 hedefên PKKê îmha kirin'
    Etîketan:
    stratejî, siyaset, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Altan Tan, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de