18:56 15 Kanûn 2017
Zindî
    Civîna Viyanayê

    Hê jî ne diyar e Sûriye dê tevlî civîna Viyanayê bibe an na

    © AP Photo/ Brendan Smialowski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo sekinandina şerê nava Sûriyeyê bi dawî bibe dê li Viyanayê civîneke navneteweyî bê çêkirin û hê jî nediyare hikumeta Şamê dê tevlî civînê bibe an na.

    Artêşa Sûriyeyê
    © Sputnik/ Mihayil Voskresenskiy
    Navenda Nûçeyan — Balyozê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Riyad Hedad daxuyaniyek da medyaya Rûsyayê û tê de got, di destê min de tu agahî tunene ku hikumeta Sûriyeyê tevlî civîna 14ê Mijdarê ya Viyanayê bibe.

    Amadehiyên civîna 3yemîn ya Moskovayê didomin

    Hedad di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya hikumeta Şamê û muxalifan û got, amadehî didomin. Em hêvî dikin ku civîn bê sazkirin.

    Her wiha ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov jî heman daxuyanî hat. Bogdanov di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Rûsyayê de ragihand ku amadehiyên civîna 3yemîn ya Moskovayê didomin, lê me he dîroka wê diyar nekiriye.

    Em bi muxalifan re di nav pêwendiyê de ne

    Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de got, em bi koalisyona hêzên neteweyî yên muxalifên Sûriyeyê re bi rêya balyozê Stenbolê em bi wan re di nava pêwendiyan de ne.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê 58 milîtanên DAIŞê kuştin
    Esnafê Sûrê: ‘Berê me mirov hembêz dikirin, niha em gule û fîşengan hembêz dikin'
    Pêşmerge: 'Birakujî dê çênebe û Şengal jî dê rizgar be'
    ROJAVA - Şerê YPGê û DAIŞê gurr bû: 4 YPGyiyan jiyanên xwe ji dest dan!
    Iraq nahêle çek ji kurdan re herin
    Etîketan:
    Rûsya, Mihail Bogdanov, Viyana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de