15:45 24 Hezîran 2018
Suleyman Eliş

Esnafê Sûrê: ‘Berê me mirov hembêz dikirin, niha em gule û fîşengan hembêz dikin'

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Esnafê Sûrê û Serokê Platforma Aştiyê ya Zeytindaliyê Suleyman Eliş got: ‘Berê me mirov hembêz dikirin, niha em gule û fîşengan hembêz dikin'

Omer Faruk Baran
Amed — Sûr, navçeya Amedê ya ku bi dêr, mizgeft, qesr û qonaxên xwe yên dîrokî ve navdar e, ev demek e tenê bi xendeq û barîkatan, bi şer û pevçûnên di navbera YDG-H û polêsên tirk de diqewimin li rojevê ye. Esnafê Sûrê û Serokê Platforma Aştiyê ya Zeytindaliyê Suleyman Elişê ku dibêje ‘min xwe dît nedît ez li Sûrê me' li ser bandora şer û pevçûnên li Sûrê diqewimin taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

Eliş got: ‘Dikana me 50 sal in li Sûrê ye. Pîrika min li vê dikanê xwarin çêdikir, paşê bavê min û niha jî ez çêdikim. Min xwe dît nedît ez li Sûrê bûm, ez dikarim bibêjim ku em tu carî ewqas mexdûr nebûn. Ne em tenê, hemû esnafên Sûrê ketine bin deynan, nikarin deynên xwe bidin. Em mecbûr man, me hinek hevalên xwe ji kar derxistin. Berê li dikanê em 12 kes bûn, niha em 8 kes mane. Ji bo demekê me ji berîkên xwe xwar; lê di berîkên me de jî tiştek nema.'

Eliş diyar kir ku wan berî şer û pevçûnan her roj bi 400 nanî xwarin çêdikir; lê piştî şer û pevçûnan 400 nan daketiye 100 nanî û got: ‘Her roj bi hezaran însan dihatin sûka me. Ji welêt û derveyî welêt bi dehan otobês turist dihatin. Berî şer û pevçûnan me mirov hembêz dikirin; niha kes tuneye, em gule û fîşengan hembêz dikin.'

Serokê Platforma Aştiyê ya Zeytindaliyê da ku dawî li şer û pevçûnan bînin bang li her du aliyan kir û wiha axivî: ‘Em esnaf in, ji bo her du hêlan jî dilê me dişewite. Gava însanên sivîl dimirin berpirs hemû partî ne. Hilbijartin du caran çêbû, divê AKP, CHP, HDP û MHP tev vê arîşeyê çareser bikin.Wek esnafên Sûrê em dixwazin heyeteke rûspiyan çêkin û herin bi berpirsên li Qendîlê re jî xeber bidin. Berê jî di bûyerên 6-7ê Cotmehê de em çûn, me hevdîtin pêk anîn û me şer û pevçûn sekinandin. Ji bo Sûrê û Amedê dîsa çi li ser milê me dikeve em hazir in.'

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de HDPê li Sûrê % 81.6, AKPê jî % 12 sitandibû. Di hilbijartinên 1ê Mijdarê de HDP daket % 75.7an û AKP jî rabû % 19.6an. Li gorî hin analîzan sebeba guherîna rêjeyê koçkirina sîvîlên ji Sûrê ye; li gorî hinekên din jî berteka esnafên Sûrê ye ku di hilbijratinên 7ê Hezîranê de deng dabûn HDPê û di hilbijratinên 1ê Mijdarê de jî deng dane AKPê.

Bi heman mijarî:

Li Farqîna Amedê jinek bi guleyan birîndar bû
Parlamenterê HDPê yê Amedê: ‘Gelê kurd ji xendeqan ne razî ye'
Li Amedê pevçûn: Polêsek hat kuştin
Li 2 navçeyên Amedê derketina derve hat qedexekirin
'Sindoqên hilbijartinê yên Amedê li vê derê kom dibin'
TAYBET - Li Amedê pîrozbahiya serkeftinê ya pêşwext û ji HDPê hişyarî
Amedê bersiv da Diyarbekirê
Li Amedê endamê meclisêji AKPê îstîfa kir derbasî DBPê bû
Etîketan:
şer û pevçûn, Platforma Aştiyê ya Zeytindaliyê, Suleyman Eliş, Tirkiya, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de