20:13 18 Hezîran 2018
YPGOperasyona YPG`ê

ROJAVA - Şerê YPGê û DAIŞê gurr bû: 4 YPGyiyan jiyanên xwe ji dest dan!

© AFP 2018 / © REUTERS / Rodi Said
1 / 2
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li bajarokê Hola ya Hesekê di navbera DAIŞ û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê de şerê dijwar destpêkir.

Hikmet Durgun

Artêşa Amerîkayê
© Foto : Facebook/Yuri Biryukov
Hesekê — Hat ragihandin ku, li bajarokê Holê ya Heseka Rojava di navbera DAIŞ û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê de şer bê navber didome. Di pevçûnan de komutanê YPGê Sabir Aydar jî di nav de 4 YPGyî jiyana xwe ji dest dan.

Bajarokê Holê ji ber ku nêzî sînorê Iraqê ye xwediyê cihekî stratejîk e, li Holê di navbera DAIŞ û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ku YPG jî di nav de ye pevçûn bê navber didomin.

Her wiha DAIŞ bi wesayîtên bombeyi êrişî Hêza Demokratîk ya Sûriyeyê dikin û balafirên hevpeyman yên di pêşengiya Amerîkayê de jî bi operasyonên hewayî li hedefên DAIŞê dide.

Li gorî çavkaniyên herêmî di pevçûnan de komutanê YPGê Sabri Aydar û 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û hat ragihandin ku Sabri Aydar li ser nifûsa Colemêrgê ye.

Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ji bo ku pêwendiya DAIŞê ya navbera Iraq û Sûriyeyê bibire dixwaze bajarokên Hol û Şedadî yên Hesekê bi dest bixe.

 

Bi heman mijarî:

Pêşmerge: 'Birakujî dê çênebe û Şengal jî dê rizgar be'
Iraq nahêle çek ji kurdan re herin
ROJAVA - Di Navbera ENKSê û TEV-DEMê de pevçûn!
Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
Erebistana Siûdî 3 welatiyên îranî îdam kirin
Etîketan:
Hêza Demokratîk ya Sûriyeyê, YPG, DAIŞ, Sabri Aydar, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de