23:59 22 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Iraq nahêle çek ji kurdan re herin

    © Foto: Facebook/Yuri Biryukov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikumeta Iraqê du balafirên Kanada û Swêdê ku çek ji Herêma Kurdistanê re anî bûn desteser kir.

    Navenda Nûçeyan — Hikumeta Iraqê du balafirên Kanada û Swêdê ku çek ji Herêma Kurdistanê re anî bûn desteser kir. Bexdayê îdia kir ku herdu balafir çend rojan desteser kirine û paşî ji bo baregehên wan yên Kuweyt û Tirkiyeyê hatine şandin.

    Wezareta Parastinê ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya niviskî de ragihand, li ser daxwaziya Fermandarê Hêza Çekdar ya Iraqê me dest danî ser du balafirên ku bê qanûnî çek ji Herêm Kurdistanê re anîbûn. Me çend roj balafir li Bexdayê dan seknandin û paşî ji bo baregehên wan me şandin Tirkiyeyê û Kuweytê.

    Hikumeta Bexdayê çend roj berê ragihandi bû ku du balafirên hêza hevpayman beyî ku hevkariyê bi me re bikin çek ji bo Herêma Kurdistanê anîbûn û me ew desteser kirin.

    Her wiha Serokê Komiteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hekîm el Zamelî destnîşan kir ku, komiteya lêkolînê li balafirxaneya navneteweyî ya Bexdayê gelek çekên sivik, giran û digel dengbirên wan hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Di Navbera ENKSê û TEV-DEMê de pevçûn!
    Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
    Erebistana Siûdî 3 welatiyên îranî îdam kirin
    Rûsya: Me bi Îranê re peymana moşekên S-300î îmze kir
    Li Rihayê 4 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Swêd, Kanada, Hekîm el Zamelî, Bexda, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de