13:37 24 Hezîran 2018
Xwepêşandana ENKSê - Alaya Kurdistanê ya rojavayê

ROJAVA - Di Navbera ENKSê û TEV-DEMê de pevçûn!

© Foto: FB
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
1 0 0

Li bajarê Dêrikê yê Rojava alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê, lê endamên asayişê û alîgirên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî rê li wan girtin.

Navenda Nûçeyan — Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê, lê endamên asayişê û alîgirên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî êrişî wan kirin.

Asayişê mudexaleya ENKSê û rojnamevanan kir

Bengîn Hac Ehmed da zanîn ku, ‘xwepêşanderan xwestin rêya xwe biguhêrin lê rastî êrişa Asayişê û alîgirên TEV-DEMê hatin. Asayişê û alîgirên TEV-DEMê bi hevre li xwepêşander û medyakaran dan û gelek xwepêşander hatin girtin."

Hac Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘endamên asayişê bi çekan êrişî xwepêşanderan kirin û nehiştin xelk kom bibin. Asayişê rojnamevan Azad Çemkarî û Endamê Polîtburoya PDK-S Mihemed Elî Bavê Nado girtin.'

ENKSê biryar dabû ku îro li bajarê Dêrikê xwepêşandaneke pirotestokirinê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, lidar bixe.

Berpirsê Ragihandina ENKSê li Dêrikê Bengîn Hacî Ehmed ragihand, ‘dema xwepêşanderan dixwestin bighêjin cihê xwepêşandanê, alîgirên TEV-DEMê rê li pêşiya wan girtin."

Bengîn Hac Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘xwepêşandêran xwestin rêya xwe biguhêrin lê rastî êrişa Asayişê û alîgirên TEV-DEMê hatin. Asayişê û alîgirên TEV-DEMê bi hevre li xwepêşander û medyakaran dan."

Bi heman mijarî:

Doza Ocalan ji bo 22'ê Sibatê hat taloqkirin
Erebistana Siûdî 3 welatiyên îranî îdam kirin
Rûsya: Me bi Îranê re peymana moşekên S-300î îmze kir
Li Rihayê 4 kes hatin girtin
Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
Etîketan:
TEV DEM, ENKS, Dêrik, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de