03:02 25 Mijdar 2017
Zindî
    Îran girtiyan darvedike.

    Erebistana Siûdî 3 welatiyên îranî îdam kirin

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Îro yekşemê hat ragihandin, ku 3 welatiyên îranî li Erbistana Siûdiyeyê hatine îdamkirin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdiyeyê ragihand, Dadageha Bilind a Erebistana Siûdiyeyê biryara sêdaredana 3 welatiyên Îranê cîbicî kir.

    Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdiyeyê di vê bareyê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, ‘hêzên ewlehiyê yên Siûdiyeyê her yek ji Nebî Bexş Cus, Mihemed Ekrem Belûç û Omîd Bûlîdê ku sê kesên bi esil îranî ne, di demekê de girtibûn ku bi rêya deryayê heşîş bo navçeyên li rojhilata Siûdiyeyê vediguhastin.

    Binçavkirin
    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Di daxuyaniyê de Wezareta Navxweyî ya Siûdiyeyê amaje bi wê jî kiriye, piştî ku li dadgeha pêdeçûna Siûdiyeyê de ew tohmet bi ser wan kesan de hat îsbatkirin, dosyayên wan bo dadgeha bilind hatin şandin û piştre bi biryareke şahane biryara îdamkirinê bi ser wan de hat cîbîckirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me bi Îranê re peymana moşekên S-300î îmze kir
    Li Rihayê 4 kes hatin girtin
    Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
    PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin
    Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de