19:17 23 Hezîran 2018
Binçavkirin

Li Rihayê 4 kes hatin girtin

© REUTERS / Suzanne Plunkett
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 4 kes bi îdiaya endamê rêxistinê ne hatin girtin, rêveberê HDP'ê Serdar Firathan û bavê wî Abdulkadîr Firathan jî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan — Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di serdegirtinên malan de ji 7 kesên ku beriya 4 rojan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin ji wan Azîz Dursun, Murat Kiliç, Mehmet Orkatçier û Orhan Bulut hatibûn girtin. 3 kesên din û Hasan Aydin ê ku roja berê bi îdiaya "Berpirsyarê YDG-H'ê yê navçeyê ye" hatibû binçavkirin jî derxistin dozgeriyê. birayê Aydin, Alî Aydin ê hatibû ber edliyeyê jî piştî îfadeya wî hate girtin, hate berdan.

4 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 kes bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

Ji aliyê din ve di serdegirtinên malan de rêveberê HDP'ê yê navçeyê Serdar Firathan û bavê wî Abdulkadîr Firathan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina bav û kûr nehat hînbûn.

Bi heman mijarî:

Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
PKK: Piştî Şengal azad bû em ê vekişin
Heyeta PAK û ENKSê bi Rûsyayê re civiyan
Li hemberê DAIŞê 4800 leşker
Li Antalyayê erdhej!
Etîketan:
YDG-H PKK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de