14:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ-perwerdehî

    DAIŞê 7 kurd îdam kir

    © REUTERS/ Hosam Katan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    1 0 0

    Rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê 7 çekdarên xwe yên kurd îdam kirin. Herwiha li rojavayê Mûsilê goreke komî ya çekdarên wê hat dîtin.

    YPJ
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Mûsil — Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: "Ji ber derketina nakokiyekê di navbera çekdarên kurd û yên ereb de, DAIŞ îro 7 çekdarên xwe yên kurd dan ber guleyan. Ew jî bi tometa ku rêxistina DAIŞê rexne kirine."

    Seîd Memozînî derbarê rewşa DAIŞ li Mûsilê wiha got: "Li nahiyeya Xidir a rojavayê bajarê Mûsilê goreke komî ya çekdarên DAIŞê hat dîtin, ku termê 52 kesan tê de bû. Ew terim jî yên çekdarên biyanî wek şîşanî û afxanî û sûdanî bûn."

    Memozînî wiha domand: "Çekdarên DAIŞê 28 kes kançî kirin, ji ber ku riha xwe çêkiribûn û ew bi qasî milyonek dînar jî ciza kirin, herwiha mehek zindanî jî ji wan re birîn."

    Çavkaniyekê ji nava Mûsilê ji Rûdawê re ragihand: "Çekdarên DAIŞê kaxeza 500 dînarî qedexe kirin ji ber ku wêneyê şûnwarê Gayê Bi Çeng li ser wê kaxezê heye."

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi kincên jinan êrişî Kerkûkê kiriye
    DAIŞê êrişî navçeya Kerkûkê kir (HAT NÛKİRİN)
    Edî Brîtanya jî li DAIŞê dixe
    ŞENGAL - Biryargeha DAIŞê hate bombekirin
    DAIŞê bi topên kîmyayî êrişê gundên Kobanî kir
    Çekdarê DAIŞê bi çek û milyonan pereyan ve hat girtin
    Etîketan:
    DAIŞ, Seîd Memozînî, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de