04:23 16 Kanûn 2017
Zindî
    Milîtanên Talîban

    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Krîza serokatiyê ya nava rêxistina Talîban her diçe kûr dibe. Li bajarê Zabûla Afganîstanê di nava milîtanên Talîbanê de şer derket û di encama şer de 70 kes hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeyên Şahcuy û Heqî Afgan yên bajarê Zabûla Afganîstanê di navbera milîtanên Talîbanê de bi sedema serokatiyê şer derket. Di encama şerê navxweyî yê Talîbanê de 70 milîtan hat kuştin.

    Midurê Ewlehiyê yê Zabûlê Gulam Cilani Farahi di daxuyaniya xwe de ragihand ku, di nava milîtanên girêdayî serokê Talîbanê Mola Ahtar Muhamed Mansûr û milîtanên ku bi Mansûr Dadulah ve girêdayî duh şevêdin şer derket û di encama şer de 70 milîtan hat kuştin û hê jî şer didome. Ji 70 milîtanên kuştî 60 yê bi Mansûr Dadulah ve girêdayî bûn û 10ê mayîn jî yê Muhamed Mansûr bûn.

    Her wiha piştî mirîna serokê Talîban yê berê Mola Omer hat bihîstin, di nava Talîbanê de krîza serokatiyê berdewam e. Di mehên borî de Serokê Afganîstanê kuştina Mola Omer eşkere kiribû û îstîxbarata Amerîkayê jî ev pesend kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ereban kurd û Kurdistan qebûl kir
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    ROJAVA - 76 terorîst hatin kuştin
    Brîtanya: Tenê Pûtîn dikare Beşar Esad qanih bike
    Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
    Etîketan:
    Talîban, Gulam Cilani Farahi, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de