00:56 22 Hezîran 2018
PKK

KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir

© AP Photo / YAHYA AHMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û pêkhatina azadiya wî gele me li ber xwe bide.

YPJ
© Sputnik / Hikmet Durgun
Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan, ku zêdeyî 7 meh in bi awayekî şidandî û girankirî tê meşandin û got, ‘girîng e gelê me û hêzên demokrasiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û pêkhatina azadiya wî li ber xwe bide.

KCK di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku, ‘nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Zilm û zordariya îro li gelê me û Rêberê me tên kirin, paralelî hev tên meşandin. Divê tu kes, polîtîkayên li hemberî gelê me û Rêberê me tên meşandin, ji hev cuda nebîne. Ji ber vê yekê divê gelê me li dijî vê polîtîkaya li hemberî Ocalan tê birêvebirin tavilê rabe ser piyan û nîşanî tevahiya cîhanê bide ku ev polîtîkaya li dijî Ocalan nayê qebûlkirin.'

Ji bo rabûna tecrîdê divê gelê me liberxwe bide

KCK'ê diyar kir ku, ‘gelê me û hêzên demokrasiyê li hember van polîtîkayan pêwîst e rabin ser piyan, ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ji bo azadiya wî pêwîst e dest bi berxwedanê bike. Êdî ne gengaze mirov li hemberî tecrîda giran a li dijî Ocalan tê pêkanîn û şerê tê meşandin tehemûl bike.

KCK'ê got: Her roj li çend bajar û navçeyan, ciwan, zarok û jinên Kurd tên kuştin. Li Tirkiyeyê qetilkirina Kurdan kirine rewşeke asayî. Jixwe beraeta kesên kujer jî bûye talîmata kuştina kurdan. Tirkiye polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê pêk tîne dimeşîne. Îsraîl dibêje ku operasyonan li hember hêzên çekdarî pêk tînin, li Kurdistanê li hember mirovên tenê taxên xwe diparêzin, li hember girtin û êrîşên polîsan, kesên bi dirûşm, dengê beroşan an jî bi keviran parastinê dikin tên qetilkirin.

Bi heman mijarî:

ROJAVA - 76 terorîst hatin kuştin
Brîtanya: Tenê Pûtîn dikare Beşar Esad qanih bike
Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
Ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin
Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
Etîketan:
KCK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de