07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    YPJ

    ROJAVA - 76 terorîst hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstê DAIŞê xwestin ku pêşketina Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) rawestînin û êrîşek pêk anîn, lê derbeyên giran xwarin û 76 kes ji wan hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên QSD, ku 31ê Cotmehê li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê dabûn destpêkirin, niha jî pêşde diçin û li derdora Gola Xatuniyê ne.

    Pisîk
    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Herwiha li, şevê din, terorîstê DAIŞê li gundên Sihefat a Başûr, Sihefat a Bakûr û Saad Mahmud ên dikevin bakurê rojhilatê Gola Xatuniyê êrişî hêzên QSD kirin, lê rastî bersiveke tune hatin û 76 kuştî li wir dan.

    Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji derxistina derdora Hesekê ji destê DAIŞê, roja 31ê Cotmehê bi piştevaniya balafirên şer ên hêzên hevpeymaniya navdewletî dest pê kiribû.

    Li derdora Hesekê, bajarokên Holê, Şedadê û Mergeda heta niha jî di destê DAIŞê de ne û ev hêz dixwaze di van operasyonan de ji wan bistînin.

    QSD 12ê Cotmehê hat avakirin û ji YPG û YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Volkana El-Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û hinek komên din ên leşkerî pêk hatiye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin
    Emîrê DAIŞê yê kurd hat kuştin
    ‘Li Tikrîtê 8 girtî ji destê DAIŞê reviyan'
    DAIŞê li Mûsilê dest bi manevreya leşkerî kir
    YPG: DAIŞ pisîkan jî dike komkuj
    Li Kerkûkê operasyona li dijî DAIŞê
    Etîketan:
    El Fırat, QSD, YPG, DAIŞ, Hesekê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de