08:56 20 Hezîran 2018
Balafira rûsî

Ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin

© REUTERS / Mohamed Abd El Ghany
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Endamekî lêpirsîna qutiya ragihandinê ya balafira rûsî ku li Nîvgirava Sînaya Misrê ketibû destnîşan kir ku, ‘ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin.

Navenda Nûçeyan — Endamê lêpirsînê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re axivî û got, ‘di qeydiya qutiya ragihandinê ya kokpîtê de di çirka dawî de dengê teqînekê tê û ji sedî 90 em bawerin ev dengê teqina bombeyekê ye.'

Yek ji endamên lêpirsîna qutiya ragihandinê ya balafira rûsî Eymen Muqadime duhî di civîneke çapeniyê de ragihandibû ku, ‘raste di qeydiya qutiya ragihandinê de di çirkeya dawî de dengê teqînekê tê.

Muqadîme di berdewamiya axaftina xwe de gotibû, dibe ku balafir bi bombeyekê hatibe avêtin çimkî perçeyên balafirê li qadeke gelekî berfirek hatibûn dîtin.

Bi heman mijarî:

Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
FARCê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî
YPGê bang kir, bila kurdên Rojava vegerin welatê xwe
Nivîskar û aktîvîsta kurd ji ber Îranê reviya
Duh şevêdin saet paşve hat hildan
Etîketan:
DAIŞ, Eymen Muqadime, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de