04:21 16 Kanûn 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Nivîskar û aktîvîsta kurd ji ber Îranê reviya

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar û aktîvîsta kurd a Rojhilatî Zeyneb Babayî, ji ber guvaş û gefên dewleta Îranê neçar ma berê xwe bide Ewropayê.

    avenda Nûçeyan - Li gorî malpera "sahamnews.org", ku malpereke nêzîkî aliyên reformîst ên Îranê ye, aktîvîst û nivîskara kurd Zeyneb Babayî, neçar maye ji ber gef û tehdîdên rêveberiya Îtilatê ya bajarê Mehabadê berê xwe bide Ewropayê.

    Li gorî nûçeyê, derketina derveyî Îranê ji bo Zeyneb Babayî hatibû qedexekirin ji ber wê jî Babayî neçar maye bi qaçaxî ji Îranê derkeve.

    Nivîskara kurd Zeyneb Babayî, ku berpirsa Encumena Edebî ya Mehabadê jî bû, par havînê bi hêceta ku "bûye mesîhî û li dijî îslam û rêjîma Îranê dixebite" bi 2 sal cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin.

    Zeyneb Babayî 7 mehan li girtîgeha navendî ya Mehabadê de û 4 mehan jî li girtîgeha jinan a Mehabadê de mabû. Paşê bi şertê ku tu çalakiyekê neke, tê berdan lê rastî gef û tehdîdên rêveberiya Îtîlata Mehabadê tê û derketina derveyî Îranê jê re tê qedexekirin.

    Bi heman mijarî:

    Duh şevêdin saet paşve hat hildan
    Ji 42 serokên şaxên CHPê, banga kongreyê
    Bexda ev du sal in bûdçeya Kerkûkê naşîne
    Ji Brîtanyayê îdiayeke nû: Dibe ku terorîstên brîtanî balafira rûsî xistibe
    Li Çelaxê ENKS û TEV-DEM hatin hemberî hev
    Etîketan:
    Zeyneb Babayî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de