13:03 17 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    Li Çelaxê ENKS û TEV-DEM hatin hemberî hev

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ev yekem car e piştî ku navçeyên Rojava ketine destê PYDê de, xwepêşandaneke mezin bi vî awayî tê birêvebirin.

    Navenda Nûçeyan — Li ser daxwaza ENKSê li bajarokê Çelaxe yê Rojava xwepêşandanek hat lidarxistin. Herwiha TEV-DEMê jî alîgirên xwe daxistin meydaneke wî bajêrî û herdu alî ketin hemberî hev.

    Îro Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarokê Çelaxe xwepêşandanek ji bo protestokirina programên xwendinê yên ku ji aliyê PYDê ve hatine ferzkirin lidarxist.

    Xwepêşanderan xwestin xwe bigihînin bazara wî bajarokî, lê asayişê rê li ber wan girt û pevçûn di navbera xwepêşanderan û endamên asayişê de derket.

    Her wiha li aliyekî din, TEV-DEMê jî li meydana Çelaxe meşek lidar xist û tê de alîgirên wê siloganên xwe bilind kirin û tekez li ser "xweseriya demokratîk" kirin.

    Alîgirên wê meşê û xwepêşandana ENKSê hatin hemberî hev, lê asayişê nehişt nêzîkî hev bikin. Ev cara yekê ye ku herdu alî alîgirên xwe tînin hemberî hev.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, ji serê sibehê ve, hêzên asayişê li hemû kolanên Çelaxe belav bibûn û rê nedidan xwepêşanderan ku li ber avahiya ENKSê kom bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê li dijî polêsan êriş: 2 polês birîndar in
    DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin
    Komîsyona Karên Derve ya KNKê civiya
    Nasnameyên 6 şervanên YPGê hat eşkerekirin
    ‘Li Tikrîtê 8 girtî ji destê DAIŞê reviyan'
    Etîketan:
    TEV-DEM, ENKS, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de