02:12 24 Tebax 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Îradeya gelê Rihayê hat desteserkirin

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Riha — Parlamenterên HDPê yên Rihayê Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û namzetên HDPê Leyla Guven, Ziya Çalişkan û Ferîdûn Yazar, navçeya Xelfetiyê ziyaret kirin. Li ser navê heyetê Baydemîr li vir axivî û diyar kir ku li gundan zext hatine kirin û pêşî li dengdayîna jinan hatiye girtin. Baydemîr got: ‘Em xerabûna moralê red dikin. Ev yek bawerî ye, têkoşîn e.'

    Baydemir got: ‘Ji bo bexçeyê gulan cihêrengiya bi HDPê re li Meclîsê derket holê tine bikin, piştî 7ê Hezîranê biryara hilbijartinê girtin. Ji bo bandorê li encama hilbijartina pêşwext bikin, şerekî qirêj meşandin.'

    Baydemîr got: ‘Hîle, manîpulasyon, qirêj û dizîtiya hat kirin bû sedem ku 60 hezar dengên me tine bên hesibandin. Bi awayekî mirov dikare bêje ku îradeya gelê Rihayê hat desteserkirin. Lê belê em ê ti carî têk neçin.'

    Bi heman mijarî:

    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Baydemir: ‘2yê Cotmehê wê bibe roja darizandina mîmarên vî şerê'
    Etîketan:
    HDP, Leyla Guven, Îbrahîm Ayhan, osman baydemir, Xelfetî, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de