12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Îdrîs Nesan

    TAYBET - PYD : ‘Ev îdiayên hanê li dijî yekîtiya Rojava ne'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 97130

    Îdris Nesan derbarê îdiayên saziyên Suryanî, Ermenî û Xirîstiyan ku îro anîbûn ziman de ji Sputnikê re axivî.

    Yûsiv Sîpan

    Wezîrê Karên Derve ya Kantona Kobanê  Îdrîs Nesan ji Sputnikê re axivî û derbarê îdiayên gelek saziyên Suryanî, Ermenî û Xirîstiyanan de pirsên me bersivandin.

    ‘Ev îdiayên hanê li dijî yekîtiya Rojava ne'

    Nesan derbarê îdiayan de wiha got: ‘ Ez di serî de bêjim ku li dijî çeteyên xwînrij heta vê demê hemû gelên Rojava ku di nav de Asûrî Ermenî, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Kurd û Misilman, Xiristiyan û Ezidî jî henin ni awakî yekgirtî berxwedanekê mezin dane û hê jî ev berxwedan bi heman awayî berdewam dike. Ev îdiayên hanê ne li gorî rihê yekitiya berxwedana me ya yekgirtî ye.'

    ‘Bi tu awayî me mudaxele bi dibistanên Ermenî û Suryaniyan nekiriye'

    Nesan derbarê îdiayên ‘mudaxele li dibistanan tê kirin' kirin de got: ‘Pergala ku li Rojava hatiye avakirin divê baş were fêmkirin. Li gorî rihê sîstema me em bi tu awayî ne li dibistanan mudaxele dikin û ne jî em tiştek wiha qebûl dikin. Ji xwe li

    gorî sîstema me statuya dibistanên Ermenî û Suryaniyan taybet e. Yanê ev dibistanan di nav xwe de xweser in. Me bi tu awayî mudaxaleyê  bi perwerdeh û pergala dibistanên wan nekiriye û tiştek wiha ji xwe nayê qebûlkirin.

    ‘YPGê heta niha derbarê leşkeriyê de li ser tu kesê zorê nekiriye'

    Nesan derbarê îdiayên ‘YPGê ciwanan bi zorê tevlî leşkeriyê dike' de wiha got: ‘Ji hêla herkesî ve tê zanîn ku YPG ne ji rêxistinek tenê pêk tê.  Li gorî sîstema hatî avakirin hêzên Suryanî, Ermenî, Asûrî, Ereb, Tirkmen û Kurd (Kozarto, Surato hwd) her yekî di nav xwe de bi taybetî xweser e. Dikarin di hundirên xwe de biryarên rêxistina xwe jî hilînin. Heta vê demê derbarê tevlîbûna hêzên çekdaran de her sazî bi xwe kar û rêxistinên xwe kiriye. Her wiha feraset û armanca me li holê ye. Em tu kesî bi zorê nikarin bikin şervan, ev nemimkun e û em tiştek wiha jî bi tu awayî qebûl nakin.'

    Îdrîs Nesan her wiha diyar kir û di vê dema hanê de têkiliyên wan bi hemû saziyên gel re gelek baş e û nêzikatiya gelê Suryanî, Ermenî, Ereb û yên din jî li hemberî YPGê heta ku em bêjin erênî ye.

    Bi heman mijarî:

    Til Ebyad bi Kantona Kobaniyê ve hate girêdan û ‘xweseriya demokratîk' hate ragihandin
    TAYBET - Hevserokê Meclisê ya Kantona Cizîrê Hekîm Xalo ji Spurnikê re axivî
    Enwer Mislim: Girê Spî wê girêdayî Kantona Kobanê be
    Etîketan:
    Surato, Kozarto, YPG, Yûsiv Sîpan, Îdrîs Nehsan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de