11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

    Li Pîranê şer: Kuştiyek heye

    © REUTERS/ KENAN GURBUZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 704 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa tirk li navçeya Pîranê ya Amedê operasyon li dar xistiye û di encama pevçûnan de çawîşeke pispor ji hêla hêzên HPGê ve hatiye kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Tê zanîn ku artêşa tirk li gelek bajarên kurdan operasyonên leşkerî daye destpêkirin û bi vî awayî doh li Hênê û Liceyê, îro jî li Pîranê derketina derve hat qedexekirin.

    Îro li çoltera Pîranê operasyon li dar xidt û hat ragihan ku di navbera leşkeran û şervanên HPGê de pevçûn derketiye.

    Li gorî nûçeya DHAyê çawîşekî pispor di van êrişan de jiyana xwe ji dest daye û astsubay û çwîşekî dinê jî birîndar in. Her wiha hat zanîn ku  pevçûn hêjî didome.

    Hat ragihandin ku navê çawîşê ku jiyana xwe ji dest daye Beytullah Tercan e û ji Meletiyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê şer: Kuştî û birîndar hene
    Li Dêrsimê şer
    Li Qereyaziyê şer
    Li Şemzînanê teqîn û şer
    Li Geverê şer
    Etîketan:
    HPG, Beytullah Tercan, Pîran, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de