04:58 20 Tebax 2017
Zindî
    Nimetullah Erdogmuş

    Parlamenterê HDPê yê Amedê: ‘Gelê kurd ji xendeqan ne razî ye'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 365 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş got ku gelê kurd ji xendeqan ne razî ye û xendeq li pêş siyaseta demokratîk bûn asteng.'

    Omer Faruk Baran

    Amed — Parlamenterê HDPê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş li ser encama hilbijartina 1ê Mijdarê û meseleya xendeqan taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Erdogmuş got: ‘Piştî 7ê Hezîranê qirara hilbijartineke nû hatibû dayîn. Ev ne qirara îqtidarê bû, qirara dewleta Tirkiyayê bû û gihiştin armanca xwe jî. Di wê aloziyê de bi awayekî plankirî partiya me kût û lal kirin. Me nikaribû xebatên partiya xwe bimeşandana. Helbet em nikarin bibêjin qûsira partiya me tunebû. Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê me planên ku dewletê dixwest pêk bîne baş nedîtin û nexwendin. Eger atmosfera aştiyê dewam bikira me dikaribû encameke xurttir bi dest bixista.'

    Erdogmuş destnîşan kir ku her çiqas wer nîşan didin jî biryara kolandina xendeqan HDPê nedaye û got: ‘Di siyasetê de bi ‘xweseriya demokratik' em dixwazin rêveberiyên herêmî xurttir bibin. Lê ya rast bingeha xweseriya demokratik ne amade bû. Em dikarin bibêjin teorî di teoriyê de ma, mesela em nikarin bibêjin di pratîkê de gelê kurd topyekûn piştgirî da xendeqan. Gelê kurd ji xendeqan ne razî ye, xendeq li pêş siyaseta demokratîk bûn asteng.'

    Mesut Tek
    © Sputnik. Omer Faruk Baran
    Parlamenterê Amedê bal kişand ser dema îlankirina xweseriya demokratîk û hilbijartinê û got: ‘Meseleya xweseriya demokratîk û hilbijartin li tala hev rast hatin û ji ber vê yekê rêjeya partiya me ket. Di 7ê Hezîranê de milyonek deng hatibû, ew milyon deng di 1ê Mijdarê de bi ku de çû? Bi bandora şerî ji tirsan ew dengên hatî çûn. Divê me ji bo wan dengan xebatên taybet çêkirana. Wekî rêveberên HDPê di rojên pêş me de em ê li ser dengên ku ji HDPê çûne partiyên din û kurdên ku neçûne ser sindoqan xebatên berfireh amade bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Îtîraza HDPê hate redkirin
    PAKURD: ‘Bernameyeke HDPê ya ji bo kurdan tuneye'
    HDPê li Stenbolê derbarê encamên sedan sindoqan de îtiraz kir
    HDP amadehiya kongreya asayî dike
    HDP: Em ê heta dawiyê li dijî sîstema serokatiyê derkevin
    Ji bo encamên hilbijartinê HDPê li Riha û Xarpêtê jî îtiraz kir
    Etîketan:
    Sputnik Kurdistan, xweseriya demokratîk, hilbijartin, HDP, Nimetullah Erdogmuş, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de