05:17 20 Tebax 2017
Zindî
    PKK - KCK - Abdullah Ocalan - Qendîl

    KCKê biryara agirbestê rakir

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 64501

    Li gorî agahiyan hat ragihandin ku KCKê biryara agirbestê ya beriya hilbijartinê dabû, rakiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya anfê, KCKê derbarê agirbestê de daxuyanî daye.

    Daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: ‘AKP, polîtîkayên xwe yên şerê ku beriya hilbijartinan de dimeşand bi awayekî vekîrî didomîne.’

    KCKê got: ‘ AKPê piştî hilbijartinan îlan kiriye ku wê bibe hikumeta şerê. Bêguman HDP û hîn derdorên din daxwaza bêçalakiyê dikin. Ev daxwaz û bangên wan her dem ji bo me biwate û nirxdar bûn. Me anî ziman ku em her dem ji bo agirbesta dualî re amade nin. Lêbelê li hemberî polîtîkayên AKPê nemimkûn e ku agirbesta ku me îlan kiribû berdewam bike. ‘

    KCKê her wiha got: ‘Agirbesta yekalî di encama polîtîkayên AKPê û êrişan de bi dawî bûye.’

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Ji bo hilbijartinan ji aliyê me de tu neyênî çênabin'
    KCKê banga bêdengkirina çekan kir
    KCK: "Berpirsiyarê vê komkujiya Enqerê AKPê ye"
    Ji KCKê banga agirbesta yekalî
    Etîketan:
    KCK, AKP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de